‘Hevdîtinên Budçeyê’ yên HDP’ê: Tifaqa ekolojiyê ya li dijî rantê 2021-10-11 14:02:28   STENBOL - Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere, di “Hevdîtinên Budçeyê” yên Stenbolê de axivî û ev bang kir: “Werin em li dijî polîtîkayên sermayê, hilweşandin û rantê tifaqa ekolojiyê ava bikin.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duyemîn "Hevdîtinên Budçeyê" yên ku li Agiriyê starta wê da, bi ser navê "Budçeya Bingehîn a Ekolojiyê" li Stenbolê li dar xist. Civîna çapemeniyê li oteleke Taksîmê hat lidarxistin. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Kedê Berpirsiyar Şaziye Kose, Cigirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Ekolojiyê Berpirsiyar Nacî Sonmez, Hevberdevaka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Necdet Îpekyuz û Oya Ersoy, beşdarî civînê bûn.    RIFAQA EKOLOJIYÊ   Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere, di civînê de axivî û got: “Em dixebitin ku gotinên kesên di qada ekolojiyê de têdikoşin rasterast bînin meclîsê. Cîhan êdî dikeve serdemek nû. Bi pejirandina Peymana Parîsê, em jî bûn parçeyekê wê. Bêguman, guhertinek tê. Mixabin, desthilatdarî û sermaye dixwazin vê yekê li gorî veguherîne. Lê em dixwazin bi van civînên xwe vîna gel derbixin holê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat, partiya me deklarasyonek ji 11 xalan pêk tê aşkere kir. Em dixwazin li dijî polîtîkayên sermayê, hilweşandinê û rantê tîfaqa ekolojiyê ava bikin.”   Dûre Nacî Sonmez û Meral Daniş Beştaş axivîn û gotin: “Em ê heya dawiyê mafê budçeyê yê gelan biparêzin. Em ê ji bo vê têbikoşin. Em bang li hemû gelên li Tirkiyeyê dikin ku xwedî budçeya xwe derkevin. Civak di krîzek aborî re derbas dibe. Em vê rewşê pir girînd dibînin.”   Piştî axaftinan civîn li çapemeniyê girtî dewam kir.