Li Amedê heqê kirêyan 3 qat biha bûne 2021-10-12 09:04:59 AMED - Hevserokê Odeya Endezyarên Înşeatê Mûrat Demîr, diyar kir ku li Amedê heqê kirêyan 3 qat zêde bûye û bang kir ku gel di vî warî de baldar be û dewlet jî kontrol bike.  Li Amedê jî heqê kirêyan pir biha bûye. Par kirêya xaniyan di navbera 750 TL û hezar û 500 TL'yî de bû, lê îsal di navbera 2 hezar û 2 hezar û 250 TL'yî de ye.    Hevserokê Odeya Endezyarên Înşeatê yê Şaxa Amedê Mûrat Demîr û emlakvan Seyît Bûlût, rewşa heyî ya di vî warî de nirxandin.    Seyît Bûlût, destnîşan kir ku sedemeke sereke ya bihabûna kirêyan, bihabûna amûrên înşeatê ye û tenê di nav mehekê de çîmonto 3 caran hatiye bihakirin. Demîr, bibîr xist ku fiyetê qûmê jî 4 caran hatiye bihakirin û ev yek bandorê li fiyetê kirêyan û heqê xaniyan dike.    KIRÊYA HERÎ ERZAN 2 HEZAR TL   Bûlût, ragihand ku par li Taxa Bagcilar a navçeya Rezanê heqê kirêyan di navbera 750-hezar û 500 TL'yî de bû û got: "Lê niha li Taxa Bagcilarê kirêya herî erzan ji 2 hezar TL'yî dest pê dike û heya 3 hezarî diçe."   DI 2 SAL Û NÎVAN DA 3 QAT BIHA BÛ   Hevserokê Odeya Endezyarên Înşeatê yê Şaxa Amedê Mûrat Demîr jî, anî ziman ku di 2 sal û nîvên dawî de fiyetê kirêyan pir biha bûye. Demîr, da zanîn ku li hin herêman fiyet 2 qat, li hin herêman jî 3 qat biha bûne. Demîr, ji bo sedemên bihabûna kirêyan got: "Bi zêdebûna krîza aborî û dolar re fiyetê amûran biha bû. Ji ber vê çêkirina avahiyan jî biha bû. Sermayedar jî ev yek ji xwe re kirin firsend û fiyetê van amûran du qat zêde kirin û wis aberpêşî piyaseyê kirin. Ev jî di sektora avahiyan da bû sedema zêdebûna fiyetan. Her wiha hin muteahîdên dixwazin sûdê ji vê bigirin jî, qezencaa xwe jî lê ba dikin û wisa difiroşin. Welatî jî mecbûr man û dimînin bi van fiyetan avahiyan bikirin."    Demîr, destnîşan kir ku di 3 mehên dawî de fiyetê kirêyyan bihatir bûne û nexasim piştî xwendevan dest bi zanîngehê kirin, ev yek wisa bû. Demîr, anî ziman ku ne pêkan e ku xwendekar di van şert û mercan de xaniyan kirê bikin û karibin bixwînin. Demîr ji bo kêmkirina fiyetên avahiyan ev pêşniyarî kirin: "Di vir de bar dikeve ser milê welatiyan jî. Bila guh li spekulatoran nekin. Divê avahiya ku 2 meh berê bi 400 lîreyî stendiye, bi 80 lîreyî nefiroşe. Ev yek bandorê li pêşeroja zarokên me dike. Ciwanên ku ji bo pêşerojê reşbîn in, niha bi fikira ku dê nebin xwediyê avahiyeke bikêrê re rû bi rû ne. Di vir de tişta dikeve ser milê dewletê, ew e ku hin standardan deyne. Divê fiyetên kirê û avahiyan bên kontrolkirin. Heger wisa bidome, dê di warê civakî de rûxandinek rû bide."    MA / Ceylan Şahînlî