‘Em nikarin debara xwe bikin' 2021-12-05 09:04:11   DERSIM - Şêniyên navçeya Pulurê anîn ziman ku ji ber bihabûna fiyetan nikarin debara xwe bikin û çareserî hilbijartina pêşwext û guherandina îqtidarê ye.    Ji ber krîza aborî û zêdebûna kûra dowîzan, fiyetê her tiştî her roj biha dibin. Welatî ji ber vê bihabûnê êdî nikarin debara xwe bikin. Şêniyên navçeya Pulur a Dersimê, ji bo çareserkirina krîza aborî îşaret bi guherandina îqtidarê kirin.    'ÊDÎ EM NIKARIN TIŞTEKÎ BIKIRIN'   Medîne Dûman ku di firinê de dixebite, anî ziman ku di xaniyê kirê de ye û ji ber bihabûna fiyetan nikare lazmatiyên malê bikire. Dûman, destnîşan kir ku her tişt biha bûye û got: "Tiştên ku me berê dikirîn niha em nikarin bikirin. Fiyetê goşt pir biha bûye û êdî nikarim biçim qesab. Li marketan kîjan tiştê erzan be em wan dikirin. Em bi vî awayî hewl didin debara xwe bikin. Zexîreyê ku berê me 5 kîlo dikirîn, niha em nikarin wan jî bikirin."    ‘ME TAHMA GOŞT JI BÎR KIRIYE'   Ahmet Az jî anî ziman ku dewletê mezrika wan Arçûl a gundê Hopeyê vala kiriye û ji ber vê hatine Pulurê û got: "Me ji gundê em derxistin. Li gund qet nebûna heywanên me hebûn. Mirovê herî feqîr 100 heywanên wî hebûn. Lê niha nexweş im, nikarim bixebitim û lewma 5 sal in pêlavan boyax dikim. Dewleta ku em xistin vî halî xwedî li me dernakeve." Az, diyar kir ku rojê herî zêde 5 pêlavan boyax dike û got: "Keçeke min a astengdar heye. Em bi meaşê wê debara xwe dikin. Em nikarin ji bo metbaxê tiştekî bikirin. Kîsê arvan bûye 400 lîre. Me tahma goşt ji bîr kiriye."   Az, destnîşan kir ku sedema vê krîzê îqtidar û dê krîz bi hilbijartinê çareser bibe.    DEV JI COTKARIYÊ BERDA   Ergun Şanli jî anî ziman ku çandinî û sewalvaniyê dike, lê mesrefên wî ji dahata wî zêdetir in. Şanli, destnîşan kir ku fasûleyên ku wî çandine bi 20 lîreyî tênf irotin, lê ji ber rewşa aborî ya gel bi 15 lîreyan difiroşe û got: "Nizam hay ji rewşê hene yan na. Rewşe qet nebaş e. Min dev ji cotkariyê berda. Traktora min heye, ji zû de ye min ew neşixulandiye. Êdî nikarim tiştekî jî bikim."    DIVÊ HIKÛMET BIGUHERE   Metîn Yîgît ku di sektora înşeatê de dixebite, tiştên diqewimin wekî "rûxandinek mezin" pênase kirin û bal kişand ser maliyeta zêde. Yîgît, bilêv kir ku sedema krîzê îqtidar e û got: "Heya ev hikûmet neguhere dê tu tişt baş nebe."    MA / Cengîz Ozbasar