Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya 2021-12-24 09:13:03 MÊRSÎN - Serokê Genel-Îş'ê yê Şaxa Mêrsînê Kemal Goksoy, anî ziman ku meaşê kêm piştî ku hat diyarkirin bi zemên hatin kirin heliya. Goksoy, destnîşan kir ku divê îqtidar polîtîkayeke ne ehlê patronan ehlê gel esas bigire.  Meaşê kêm ê sala 2022'yan hat aşkerekirin. Dê di sala 2022'yan de meaşê kêm 4 hezar û 250 lîre be. Lê belê ji ber ku fiyet her roj biha dibin, tê gotin meaşê kêm ê nû ji niha ve heliyaye. Serokê Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (Genel-Îş) a Şaxa Mêrsînê Kemal Goksoy, destnîşan kir ku rêjeya ku li meaşê kêm hatiye zêdekirin xapandin e.   ‘XAPANDIN E'   Goksoy anî ziman ku komîsyona diyarkirina meaşê kêm ne komîsyoneke adil e û sendîkaya ku karkeran temsîl dike 3 hezar û 900 TŞ qebûl kiriye, lê meaş wekî 4 hezar û 250 TL hatiye aşkerekirin û ev jî dide der ku sendîkaya meaşê di biniya vê de qebûl kiriye ne ehlê karkeran ehlê patronan ne. Goksoy, destnîşan kir ku ev meaşê hatiye diyarkirin xapandin e. Her wiha Goksoy, bilêv kir ku ji meaşê kêm nestendina bacê û baca demxeyê tiştekî baş e, lê belê bi awayekî neyekser ji kedkaran baceke zêde tê stendin. Goksoy, diyar kir ku meaşê kêm her diçe dihele û got: "JI gazê heya mazotê, ji ceryanê heya avê, ji nîskan heya nokana, ji petatan heya pîvazan he tiişt di ser ji sedî 100 re biha bûye. Lê radibin meaş ji sedî 50 biha dikin. Lê gava tu rabî bibî ev di dîroka Tirkiyeyê de hejmareke mezin e, asas tu karkeran û civakê dixapînî."    BIHABÛN   Goksoy, diyar kir ku berên ku par bi 2 hezar û 825 TL'yan dihatin stendin niha bi 6 hezar TL'yan jî nayên stendin, ji lew re her tişt li ser hev du tê bihakirin. Goksoy, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de meaşê kêm bibe 10 hezar TL jş dê bêqîmet be.    Goksoy, rewşa kûra dowîzan jî nirxand û got: "En vî welatî bi rê ve dibin ne em in. Ên vî welatî bi rê ve dibin, ên dolar kêm dikin û radikin sermayedar in. Di vir de kî qezenc dike. Dolar daket lê bandorêli tu tiştî nake. Fiyetê rûn, nan, şekir û berên din kêm nebû."    Goksoy, destnîşan kir ku gotinên îqtidarê ne girîng in, ji lew re karker û kedkar her tiştî dibînin û ji bo meaşekî mirovane têdikoşin.    ‘NIKARIN BI RÊ VE BIBIN’   Goksoy, di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku îqtidar divê ne sermayeyê gel esas bigire û got: "Hûn bi bacên gel li ser pêyan e. Lewma divê hûn gel esas bigirin." Goksoy, anî ziman ku li welêt meseleya birêvebirinê heye û got: "Nikarin vî welatî bi rê ve bibin. Nikarin bi rê ve bibin, mirov întihar dikin. Nikarin bi rê ve bibin, mirov di nav krîzê de diperpitin. NIkarin bi rê ve bibin, hecz diçe mala cotkaran. BI polîtîkaya ku patronên holdîngan diparêze, rewşa welêt li ber çavan e. Em wisa difikirin ku divê polîtîkayeke nû ku karker, kedkara û bindestan esas bê girtin."    MA / Cemil Ûgûr