Piştî zaman bi graman dest bi kirîna penîr kirin 2022-01-02 10:50:45   AMED - Li Bazara Penîrfiroşan a Amedê ku ji ber qeyrana aborî dikan yek bi yek tên girtin, piştî zamên li pey hev, gel dest bi kirîna penîr a bi graman kir.    Li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê ya mezin dibe her ku diçe kûrtir dibe. Welatiyên ku hêza wan a kirînê ketiye, kelûpelên xwarinê yên berê bi kîloyan dikirîn niha bi graman dikirin. Dikandarên Bazara Penîrfiroşan a navçeya Sûra Amedê jî ji vê qeyranê nesîbê xwe girt. Bazara ku 81 dikan lê hebûn, di nava 5 salên dawî de 60 esnafan dikanên xwe girtin. 21 esnafên mayî jî nikarin bikiran bibînin. Dikandarên ku me mikrofon dirêjî wan kirin gazinên xwe anîn ziman.    ’28 SAL IN MIN TIŞTEKE WISA NEDÎTIYE’   Yek ji dikandarên bazarê Nevzat Tekîn ê ji sala 1993’yan ve dikana wî li bazarê ye wiha got: “28 sal in ez li vir im lê cara ewil e ez tiştekî wisa dibînim. Piştî hêza kirînê ya gel kêm bû em bê sîfteh dikanan digirin. Berê gundiyan erzantir penîr ji me re dianî û me jî difirot. Lê bi van zamên dawî karê me jî sekini. Rojê carna em 10 an jî 15 kîloyan difiroşin an jî qet nafiroşin. Ji ber em nikarin masrefên av û ceyranê jî derxînin em hatine asta dikan girtinê. Ji xwe weke hûn dibînin gelek dikandaran dikanên xwe girtine. Heke nikarim debara xwe bikim ez jî dê bigirim.”   SEWALKARÎ HATIYE ASTA QEDANDINÊ    Tekîn, dazanîn ku sedemekî din yê bihabûna penîr sewalkariya ku li welat hatiye asta qedandinê ye û wiha axivî: “Ji ber bihabûna êm gundî îro nikarin karê sewalkariyê jî bikin. Heke sewal tune bin wê şîr û penîr jî tune be. Wisa be jî ji xwe dê her tişt biha bibe. Bikirin berê dihatin 2-3 kîlo penîr dikirîn, niha bi graman dikirin. Serekî penîr (200 gr) bûye 10 lîre. Beriya niha me penîr bi kargoyê dişand bajarên weke Stenbol û Îzmîrê lê ji ber qeyrana heyî niha kes penîr naxwaze. Karê me li gor berê kêm bûye.”    KESÊN KU PEREYÊN WAN NÎNIN PÊNÎRE KUFÎKÎ DIKIRIN   Yek ji dikandaran Şehmûz Îla jî bi lêv kir ku welatî jib ber bêperetiyê pênîr nebaş yê kufîkî distîne û wiha got: “Kîloya penîr bûye 50 lîre, çawa bistînin. Bikir penîrê herî erzan û nebaş distîne. Wijdana min nagire lê wî dixwaze. Çi bike neçar e. Wê bi zarokên xwe dide xwarin.”   ‘LI ROJAVAYÊ WELAT BIHATIR E’   Îla, diyar kir, her çend bihayê penîrê li herêmê li gorî rojavayê welat erzantir e jî, nikarin kar bikin û wiha axivî: “Berê vir ji serê sibê heta êvarî tejî bû. Me bi tonan mal distand û difirot. Lê niha bikir tune ne an kîloyekê distînin an jî nastînin. Ji ber ku hêza kirînê ketiye. Kesên berê 50 kîlo dikirî niha 20-30 kîloyan dikire, kesên 10 kîlo jî dikirî niha 5 kîloyan dikire. Binêrin ji ber ku dikandar zirarê dikin her der girtiye. Min jî îro 10 kîlo penîr nefirot. Divê yên serî vî bihayê daxînin ku gel bikare bikire.”   Dikandar Basrî Yenîş ê 30 sal in li bazarê dikandariyê dike jî bal kişand ser qeyrana aborî û bihabûna jiyanê û anî ziman ku karê wan nebaş e. Yenîş, bi lêv kir ku bi girtina dikanê re rûbirû ne û dazanîn ku derfetê wî nîne ku karekî din bike.    MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Guleş