'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin' 2022-01-04 09:07:38 WAN - Waniyan destnîşan kir ku sedema sereke ya krîza aborî polîtîkayên şer ên AKP'ê ne û got: "Fîşekên li kurdan tên teqandin, niha wekî zeman vedigerin."  Krîza aborî û siyasî ya li welêt, bi enflasyon, betalî û zemên zêde kûrtir dibe. Waniyan destnîşan kir ku sedema sereke ya krîza aborî polîtîkayên şer ên AKP'ê ne.   ‘DIVÊ ÎQTIDAR BIGUHERE'   Abdûllah Çalişkan diyar kir ku bi bihabûnê dest bi sala nû kirine û rewşa welêt ne tu rewş e. Çalişkan, bibîr xist ku fatûreyên xwe yên berî zemên hatine kirin nedane û got: "Ji niha û pê ve em ê nikaribin fatûreyan bidin. Polîtîkayên aborî yên AKP'ê têk çûne. Demildest divê ev îqtidar bê guherandin. Divê mirov li ber vê rewşê serî rakin. Ez esnaf im, lê ji dêvla qezenc bikim dixisirim. Em perîşan bûne, em êdî nikarin debara xwe bikin."    BIHABÛN   Kamîl Tûncer jî destnîşan kir ku wekî her tiştî li welêt aborî jî nemaye û rewşa aboriyê jî nîşan dide ku hikûmet êdî nikare welêt bi rê ve bibe û divê dev ji îqtidarê berde. Tûncer, bilêv kir ku divê mirov bibêjin "êdî bes e" û got: "Fîşekên stendin bera kurdan dan. Ew fîşek niha jî wekî zeman vedigerin. 20 sal in Tirkiyeyê bi rê ve dibin, lê halî hazir topa welêt avêtine. Mirov êdî nanê tisî jî peyda nakin. Min di heyata xwe de krîzek wiha nedîtibû. Mirov êdî nikarin kîloyek goştê mirîşkan jî bikirin."    MUXALEFETEK XURT   Îbrahîm Soyalp jî bilêv kir ku her sibeh bi zeman şiyar dibin û got: "Piştî gendeliyên îqtidarê her tişt biha bûn. Mirov êdî nikarin debara xwe bikin. Divê pergal biguhere û hilbijartin çêbibe. Ji bo çûna AKP'ê pêdivî bi muxalefetek xurt heye.    Selahattîn Yildiz, diyar kir ku bi meaşê xwe yê teqawidbûyînê debara xwe dike. Yildiz, destnîşan kir ku ji ber bihabûnê nikare tiştekî bikire û meaşê distîne êdî têra heqê cixareya wî jî nake. Yildiz got: "NiEm komirê bi deyn distînin, em ê biharê bidin. Tekane polîtîkaya hikûmetê bihakirina fiyetan e."    DIVÊ PERGAL BIGUHERE   Alper Salih jî bilêv kir ku heya gendeliyên tên kirin neqedin dê zem jî nesekinin û zem û zêdebûna dolar bi kêrî hin kesan tê. Salîh, destnîşan kir ku li ser înşeatan dixebite û got: "Ez, hevjîna xwe û zarokekî xwe ne. Ji bo debara malê bikim ez deyn dikim. Tekane musebîbê vê rewşê polîtîkayên qirêj ên AKP'ê ne. Fîşekan dikirin û wan bera kurdan didin. Ji xeynî vê tu karê wan tune ye. Mirov êdî ji birçîna dimirin. Demildest divê ev pergal biguhere."    MA / Dîndar Karataş