Karê wan giran, heqdesta wan kêm e 2022-01-05 09:08:45 ŞIRNEX - Li Cizîrê karkerên ku di karê komirê de dixebitin, anîn ziman ku karê wan karekî pir giran e, lê belê heqdesta digirin têra debara wan nake.  Komira ji madenên Şirnexê tê derxistin, ji bo ji hev bê neqandin li navenda Şirnexê, navçeya wê Cizîr û Silopiyayê li hin deverênd iyarkirî tê komkirin. Komira li vira tê berhevkirin ji aliyê karkeran ve tê elegkirin û ji hev tê neqandin. Toza wê bi piranî ji fabrîkeyên tûxleyan ên Amedê re tê şandin û komira perçekirî jî akrker wê dixin kîsan. KOmirên di kîsan de jî îxracî herêmê û bajarên Tirkiyeyê tê kirin.    Karkerên ku li mezrika Newala Îsaaxa ya Cizîrê komirê dixin kîsan, diyar kirin ku karê dikin karekî pir zehmet e, lê heqdesta wna en tu heqdest e.    BI BALYOZAN DIŞIKÎNIN   Karker Cindî Atkan ê 45 salî, anî ziman ku ji 14 saliya xw eve vî karî dike. Atkan, bilêv kir ku vî karî bi awayekî komî dikin û komira berhevkirî bi bêran li elegê dikin û ya girs jî bi balyozan dişikînin û paşê wan dixin kîsan. Atkan, da zanîn ku karê pakêtkirina komirê di meha Cotmehê de dest pê dike û rojê 2 hezar carinan jî hezra kîs komir dadigirin. Atkan, destnîşan kir ku hezar kîs komir bi hezra û 500 TL'Yî daidgirin » wan li TIR û qamyonan bar dikin.    ‘KAREKÎ ZEHMET’   Atkan, destnîşan kir ku karê ku ew dikin karekî pri giran û zehmet e û got: "Em li malê 10 kes in. Ez bi pereyê li vira nikarim debara malbata xwe bikim. Bi vî pereyê bi dest me dikeve an pê kîsek arvan an jî tenekeyek rûn tê yan na. Berê heqdestek me têra tenekeyek rûn dikir. Lê niha kîloya çayê bûye 100 TL. Heqdesta min jî roj heye 100, roj heye 150 TL ye. Jixwe 30 TL'yê wê jî heqê rê ye."    Ahmet Kiliç ê 38 salî jî ku berê dadtlî çêdikir, lê ji ber kêmbûna kar nû dets bi karê komirê kiriye, da zanîn ku kîsên ku ew dadigirin li dor 30 kîloyî ne û di nava rojê de bi sedan kîs komir dikişînin. Kiliç got: "EM nikarin bi vî karî tenê debara xwe bikin. Gava karê komirê diqede, em diçin karine din jî dikin."    Adil Olgûn (39) jî tim di nav toz û dûmanê de ne. Olgûn bal kişand ser zhemetiya karê ku dikin û anî ziman ku lê dîsa jî bi heqdesta ku distşnin nikarin debara xwe bikin.   'EM MECBÛR IN'   Îslam Atkan (26) ku nêzî mehekê ye dest bi vî karî kiriye got: "Em komirê bi balyozan dişikînin. Ji ber vê destê me pir diêşe. Lê ji bo debarê em mecbûr in bixebitin."    MA / Omer Akin