Kedkarên PTT’ê: Em mûçeyek pê dikaribin debara xwe bikin dixwazin 2022-01-06 12:13:39   AMED - Kedkarên PTT’ê bertek nîşanî zemên di sala nû de hatin kirin dan û gotin, “Em mûçeyek ku dikaribin pê bi mirovî bijîn dixwazin.”    Endam û rêveberên Sendîkaya Kedkarên Çapemenî, Weşat, Ragihandin û Postayê (HABER-SEN) ya Şaxa Amedê têkildarî şertên xebatkarên Miduriyeta Giştî ya Postayê û daxwaza muçeyên xwe li ber avahiya Miduriyeta PTT’ê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Kekdaran pankarta “Kedkarên PTT’ê nikarin debara xwe bikin. Em mûçeyek ku dikaribin pê bi mirovî bijîn dixwazin” vekirin.    Serokê Şaxa HABER-SEN’ê Mehmet Ulu diyar kir ku ew di heyamek ku kedkarên cemaweriyê tên feqîrkirin de derbas dibin û mûçeyê asgarî ango kêm yê îsal hat diyarkirin jî têra karker û xebatkaran nake. Ulu da zanîn ku ji bo yên di PTT’ê de heman karî dikin mûçeyên cuda didin wan û zemkirina ceryan, gaza xwezayî û sotemeniyê rexne kir. Ulu anî ziman ku îqtidar bi zemên nû dixwaze barê krîza aborî bixe ser milê gel û kedkarên PTT’ê.    Ulu di dawiya daxuyaniyê de daxwazên ji bo mûçeyek baş û şertên kedkarên PTT’ê rêz kir.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.