Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em heqê keda xwe nastînin 2022-01-07 14:03:13   AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê diyar kir ku mûçeyên ji bo xebatkarên tenduristiyê tê dayîn heqê keda wan dernaxe û hat xwestin ku heqê keda kedkaran were dayîn.    Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî şertên xebatkarên tenduristiyê li ber avahiya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê daxuyanî da çapemeniyê. Xebatkaran pankarta “Em dest jê bernadin, em eglekirinê na mafê xwe dixwazin” vekirin.    ‘MIZGÎNIYA XWE PÊK NEANÎN’    Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran diyar kir ku Serokkomar Tayyîp Erdogan û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca her çiqas ji bo bijîşkan “mizgîniya zeman” dabin jî lê “mizgîniya” xwe pêk neanîne û tu gavek neavêtine. Tûran da zanîn ku xebatkarên tenduristiyê ji ber krîza aborî, enflasyon, sînorê birçîbûnê û feqîrtî kiriye ku kedkarên tenduristiyê nikarin debara xwe bikin û bedela keda xwe nastînin û keda wan tune tê hesibandin. Tûran destnîşan kir ku îqtidarê pergala tenduristiyê veguherandiye metayê.    Tûran got, “Ked a me ye, gotin a me ye” û wê dest ji têkoşîna xwe bernedin û daxwazên kedkarên tenduristiyê yên ji bo şert û mercên xebatê rêz kir.    DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN   Endamê Konseya Navendê ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya jî axivî û diyar kir ku ew ê dest ji maf û daxwazên xwe bernedin û têkoşîna xwe ya ji bo rûmetê û jiyanek mirovî berdewam bikin.