Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan 2022-01-10 14:40:54   STENBOL - Meclîsa ÎSÎG’ê ku cînayetên karkeran ên di nava salekê de ragihand, diyar kir ku herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest daye   Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora cînayetên karkeran a di sala 2021’an de aşkera kir. Li gorî rapora bi daneyên çapemeniya neteweyî, hempîşeyên karkeran û malbatên wan, pisporên ewlehiya kar, bijîjkên cihê kar, sendika û çapemeniya herêmî hatiye amadekirin, di nava salekê de 2 hezar 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan.    BAJAR DIKUJIN   Di raporê de hat ragihandin ku piraniya van cînayetan li bajaran û bi taybetî li bajarên pîşesaziyê rû dane. Dîsa hat ragihandin ku li Stenbolê 260, li Îzmîrê 102, li Kocaeliyê 99, li Bûrsayê 73, li Antalyayê 72, li Amedê 19 karker mirine û mirinên din jî li 75 bajarên din çêbûne. Di nava bajarên ku herî kêm mirin lê çêbûne jî Agirî, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Nîgde û Yozgat hene.