Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min 2022-01-11 15:23:41 MELETÎ - Hilberînerên titûnê yên navçeya Wêranşarê, bertek nîşanî guhertina qanûna titûnê dan û ev tişt gotin: "Dest nede titûn û keda min." Li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê, hilberînerên titûnê guhertina qanûna titûnê ku di 1'ê çileyê de ket meriyetê û firotina titûnê ji kesên ku rayeya wan tune ye re qedexe dike şermezar kirin. Li gorî qanûna kesên ku bazirganiya titûnê bikin divê ji Wezareta Daristan û Çandiniyê belgeya rayeyê bigirin. Hilberînerên titûnê bi dûrişmeya "Dest nede titûn û keda min" li Qada Vahap Kuçuk hatin gelhev. Ji bajar û navçeyên derdorê gelek hilberînerên titûnê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî piştgirî dan hilberînerê titûnê yên Wêranşarê.      QANÛN LI DIJÎ COTKARAN E   Di çalakiyê de li ser navê hilberînerean Yasîn Kuçuk axivî û bertek nîşanî guhertina ku di qanûnê de hatiye kirin da û ev tişt got: "Ji bo anîna ziman a pirsgirekên civakî û aborî ku derxistina we ya qanûna titûnê bibe sedema wan em li vir in û vê qadê tev bi hev re têje kir. Qanûn li dijî cotkar e. Dema ku qanûnek bê derxistin divê berjewendiyên cemaweriyê li ber çav bên girtin. Feydeya vê qanûnên ji şîrketên navneteweyî yên titûnê re heye. Keda hilberînerên titûnê bi qalî ku radestî wijdanê şîrketên navneteweyî neyê kirin pîroz e. Bi vê qanûnê wê ne hilberînerên titûnê wê bi milyonan mirov mexdûr bibin."    DAXWAZ    piştre Kuçuk, daxwazên hilberînerên titûnê wiha rêz kir:   * Hilberînerên titûnê li Pergala Qeyda Cotkaran (ÇKS) bên qeydkirin, bi usûla hêsan bac ji wan bê girtin.   * Ji alet û makîneyên ku kargehên malbatan di hûrkirina titûnê de wan bi kar tînin, bi usûla hêsan bac ji wan bê girtin.   * Ji esnafên biçûk û zêde ne mezin, bi usûla hêsan bac ji wan bê girtin.   * Li gorî şertên heyî yên aboriyê ji bo ku hilberîner hê bêtir mexdûr nebin qanûna ku ji 1'ê çileyê ve ketiye meriyetê ji meriyetê bê rakirin.    Daxuyanî bi dûrişmeya "dest nede titûn û keda me" bi dawî bû.