7 hezar karker di grevê de ne: Bila daxwazên me bên qebûlkirin 2023-03-29 15:12:00   ÎZMÎR - Piştî ku ji hevdîtinên TÎS’ê lihevkirinek çênebû, bi hezaran karker li pêşiya Midûriyeta Giştî ya ÎZELMAN’ê kom bûn û xwestin daxwazên wan bên qebûlkirin.    Ji hevdîtinên Peymana Kar a Giştî (TÎS) ku 7 hezar karkerên li ÎZELMAN a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê lê dixebitin eleqeder dike, lihevkirinek çênebû. Li ser vê yekê karkeran dest bi protestoyê kir. Di hevdîtina Şaxên Hejmar 1 û Hejmar 3 yên Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel Îş) yên Îzmîrê û Sendîkaya Karmendên Cemaweriyê yên Sosyal Demokrat (SODEMSEN) ên ji bo zêdekirina heqdest de lihevkirinek çênebû. Şaredariyê pêşniyar kir ku ji sedî 40 zem were kirin lê ev pêşniyar nehat qebûlkirin. Li ser vê yekê sendîka û rayedarên şaredariyê dîsa hevdîtin kirin.    KARKERAN DEST BI ÇALAKIYÊ KIRIN   Dema hevdîtin didomiya, bi hezaran karker hatin pêşiya Midûriyeta Giştî ya ÎZELMAN’ê û xwestin ku teklîfa wan ji sedî 75 zem were qebûlkirin. Di çalakiyê de karkeran gelek caran dirûşmên “Ne sedeqe lê peymana giştî”, “Heke ker û nan tune be aştî jî tune ye”, “Em ê bi hevgirtinê ser kevin” û “Serkeftin dê ya kedkarên berxwedêr be” berz kirin.    Hevdîtina li Midûriyeta Giştî didome û karker jî çalakiya xwe didomînin.