Li Wanê bazar vala ne: Em bi 100 lîreyî tenê dikarin 2 lîmon, 3 kartol û 4-5 xiyaran bikirin 2023-03-31 09:01:10 WAN - Şêniyên Wanê bertek nîşanî bihabûna fiyetên fêkî û zebzeyan dan û gotin: "Em bi 100 lîreyî tenê dikarin 2 lîmon, 3 kartol û 4-5 xiyaran bikirin."   Polîtîkayên şer ên desthilatê krîza aborî kûrtir dikin. Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di meha sibatê de enflasyona salane ji sedî 55,18 û Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) jî rêjeya enflasyonê ya salane ya meha sibatê ji sedî 126,91 eşkere kir. Li Tirkiye û Kurdistanê ku roj bi roj hêza kirînê ya gel kêm dibe. Gel dibêje ku ji ber vê ne dikarin tiştekî bikirin ne jî bifroşin. Li Wanê esnaf û welatiyên sûkê ji fiyetên biha yên bazarê gazinan dikin. Ji ber vê bihabûnê hema bibêje bazar vala ne.    ‘MILET BIRÇÎ YE BIRÇÎ!'   Nacî Dîndar diyar kir ku ew bi salan e bazarger e û yekem car tiştekî wiha dîtiye û got ku ên dibin sedema vê jî rêveberên Tirkiyeyê ne. Dînar, ev tişt anî ziman: "Tu li cîhanê welatekî bi qasî Tirkiyeyê xweş nabînî, lê welat ji aliyê serdestan ve bûye kafirkeratî. Welatî bi sedema erzaniyê tên bazaran lê bi heban firingiyan dikirin. Ew têr in, meaşê wan zêde ye, rihet in, dernakevin kolanê li halê kolanê mêze nakin. Em di meha Remezanê de ne, em di meha bereketê de ne, lê mirov birçî ne. Ne xema desthilatdarê ye, ji lew re ji wan tirê her kesê mîna wan têr e. Fiyet pir biha nee, hêza kirînê kêm e. Ez bazarger im, lê ez nikarim ji bo mala xwe zebze bistînim. Milet birçî ye birçî!"   ‘ZILAMÊ DEWLETÊ BI RÊ VE DIBE DINYA ŞÊLAND'   Feleknas Cengîzê jî anî ziman ku jin dema ji bo alvêrê dertên, tenê li fiyetan mêze dikin û cardin berê xwe didin malê û wiha got: “Mirov tî û birçî ye, tenê li fiyetan dinêre û diçin. Çima ev birçîbûna milet nayê fêmkirin? Vî zilamê ku dewletê bi rê ve dibe dinya şêland, xera kir. Divê ev desthilat biguhere. Em nikarin tu tiştî bikirin. Malbatên deh kulfetî di vê krîzê de çawa debara xwe dikin, qey qet li halê wan napirsin? Em têr in, lê cîranê me birçî ye. Em nikarin debara xwe bikin, divê wisa berdewam neke. Kîloya pîvazan 20 TL ye."    ‘DU LÎMON 5 TL’   Têkildarî mijarê Fatma Erenê jî diyar kir ku roj bi roj fiyet biha dibin û wiha domand: "Ez ji bo alvêrê hatim û min bi 5 lîreyan du lîmon stendin. Ez bi 100 TL'yî hatim bazarê û niha destvala diçim malê. Berê min dikaribû bi 100 TL'yî gelek tişt bikiraya, niha em tenê dikarin du lîmon, sê kartol û çar-pênc xiyaran bikirin. Ne kar û bar, ne jî dahat heye."   ‘HÊVIYA ME HILBIJARTIN E'   Ji şêniyan Huseyîn Yîgît jî anî ziman ku gava li halê bazarê mêze dikin krîza li Tirkiyeyê baştir fêm dikin û got ku ji ber zeman hêza kirînê roj bi roj kêm dibe. Yîgît, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî mirov nikarin ji bo mala xwe fêkî û sebzeyan bikirin. Bi salan e ez vî karî dikim û min qet tiştekî wiha nedîtibû. Mirov tenê li fiyetan dinerin û diçin. Destvala diçin malê. Hêviya me hilbijartin e û em hêvî dikin ku rewş piştî hilbijartinê baş bibe."   ‘EM NIKARIN KÎLOYEKE FIRINGIYAN JÎ BIKIRIN'   Cemîl Înan jî destnîşan kir ku Tirkiye di nava krîzeke giran de ye û got: “Mirov nikarin ji xwe re tiştan bikirin. Krîzeke giran heye; em nikarin kîloyek kartol jî bikirin. Xwediyên vê desthilatê ji bo xatirê kursiyên xwe mirovan ber bi xizaniyê ve dahf didin. Di vê heyamê de hindik maye mirov ji birçîna bimirin.”    Derheqê mijarê de welatiyê bi navê Ahmet Kahraman jî bi lêv kir ku wî li marketê li fiyetê kîloyek toraq pirsiye û wiha bertek nîşan da: "Ji min re gotin 50 TL, li meydanê jî 35 TL. Rêveber tenê kedxwariyê dikin. Kes feqîran nabîne û nabihîse. Mirov nikarin xweşikî tiştekî bikirin. Du sal berê min ji bo 20 kesî bi 200 lîreyî alvêr dikir, niha bi heman pereyî an jî zêdetirî wî têm bazarê, lê deyndar vedigerim malê. Amûrên ku em dikirin têra me ya hefteyekê jî nakin."    ‘EZ NIKARIM GOŞT BIKIRIM'   Îzzet Semo jî anî ziman ku rewşa bazargeriyê ne tu rewş e û got ku ne kirîn heye ne jî firotin. Semo da zanîn ku kîloya goşt bûyee 150 TL û got: "Min îsal ji bo malê goşt nekiriye, min di Remezanê de jî nekiriye."