Dolar her ku diçe radibe! 2023-06-01 13:33:14   ENQERE - Di roja ewil a meha hezîranê de dolar derket 20,82 lîreyên tirk.    Dolar/TL ku piştî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê derketibû asta herî jor, di roja ewil a meha hezîranê de rekoreke din derbas kir. Lîreyê tirkan her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe. Dolar îro bi 20,82 lîreyên tirk dest bi rojê kir.