KESK’ê bertek nîşanî zemên mûçeyan da: Em hejariyê qebûl nakin 2024-01-15 16:32:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên KESK’ê li gelek bajaran li dijî zemên hikûmetê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê kirin derketin kolanan û xwestin heqdestekî bikarin jiyaneke mirovane pê bijîn bê dayîn.    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û şaxên Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) li dijî zema ji sedî 49.5 a ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê hatiye kirin li gelek bajaran daketin qadan.    Di vê çarçoveyê de endamên KESK’ê û BES’ê li bajarên Stenbol, Antalya, Edene, Mêrsîn, Enqere, Eskîşehîr, Amed, Zonguldak, Malatya, Balikesîr, Dîlok û Îzmîrê daketin qadan.    LI GELEK BAJARAN DAKETIN QADAN   Di çalakiyan de hat xwestin ku mûçeyê herî kêm ê kedkarên cemaweriyê bila derkeve ser 50 hezar TL’an, bila ev reqem her sê mehan carekê li gorî sînorê xizaniyê bê zêdekirin, bila mûçeyê herî kêm ê teqawidan bibe 18 hezar û 700 lîre. Di heman demê de hat xwestin ku xwarinên nîvro yên kedkarên cemaweriyê bila bêpere bin, ji bo kedkarên cemaweriyê yên nikarin ji cihê karê derkevin her mehê 4 hezar TL alîkariya xwarinê bê dayîn û ji bo kesên li bajarên mezin dijîn jî alîkariya kirê bê kirin. Di çalakiyan de hat gotin ku ew hejariyê qebûl nakin û divê heqdestekî ku kedkar bikarin jiyaneke mirovane pê derbas bikin were dayîn.