ÎSÎG: Di 2023’yan de hezar û 932 karkeran jiyana xwe ji dest dan 2024-01-16 13:27:31   STENBOL - Li gorî rapora cînayetên kar a Meclisa ÎSÎG’ê ya sala 2023’yan, di salekê de hezar û 932 karkeran jiyana xwe ji dest dan.    Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) Rapora Cînayetên Kar a Sala 2023’yan parve kir. Li gorî raporê; di salekê de hezar û 932 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Cihê herî zêde karkeran jiyana xwe lê ji dest dane jî Stenbol e. Li gorî vê yek; li Stenbolê 274 karkeran, li Mereşê 86 karkeran, li Hatayê 64 karkeran, li Antalyayê 59 û li Semsûr û Bursayê jî 58 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.    Ji karkerên jiyana xwe ji dest dayîn 147 jê jin, 54 jê zarok û 106 jî penaber bûn.