Ji Yekitiya Karker Kedkaran: Em hêza xwe birêxistin bikin, berxwedanê mezin bikin 2024-10-20 16:53:45   STENBOL - Endamê Komîteya Amedekar Kutay Soybîl di mitînga Yekitiya Karkeran de axivî û got ku xizaniya heyî encama polîtîkayên şer ên îktîdarê ne. Kutay, banga birêxistinkirina hêzê û mezinkirina berxwedanê kir.    Yekitiya Karker Kedkaran li Qada Kartalê ya Stenbolê bi dirûşma “Li dijî heqdestên kêm, bihabûna jiyanê, şêlandina bacê û polîtîkayên şer em berxwedana topyekûn mezin bikin” mitîng li dar xist. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo biçin qada mitîngê li Stasyonê Başakê ya Marmarayê hatin gel hev. Flama û dovîzên wan qad rengîn kir. Beşdaran li ber muzîkan govend gerandin û piştre jî kortek bi kortej ber bi Qada Kartalê ve meşiyan.    Di meşê de gelek caran dirûşmên “Yekitiya karkeran dê sermayeyê têk bibe”, “Karkerno bibin yek, bes e ji kedxwariyê re”, “Serkeftin a kedkarên berxwedêr e”, “Bi tena serê xwe xelasî tune ye, yan em bi hev re yan tu kes ji me”, “Maf, hiqûq, edalet”, “Bijî piştevaniya çînê” û “Dagirkirin, grev, berxwedan” hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk jî tev li mitîngê bû. Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.    ‘HER KU EM DIBIN YEK EM Ê BIHÊZ BIBIN’   Di mitîngê de ji ewil li ser navê Komîteya Amadekar Kutay Soybîl axivî û got ku her ku ew hev guhdar dikin, ji hev du hîn bûn, her ku bêhtir bûn yek dê bihêztir bibin û bi ser kevin. Soybîl, got ku çavê îktîdarê li mafên kedkaran e û li cem sermayeyê cih digire. Soybîl, diyar kir ku li dijî êrişa şêlandinê ya sermayeyê banga mezinkirina berxwedanê kir. Soybîl, wiha domand: “Em jiyanek insanî dixwazin. Ji bo em heqê xwe ji vê pergalê bistînin werin em bibin yek. Sedema xizaniya li welêt, polîtîkayên şer e. Serdestên vî welatî şirîkên NATO’yê ne ku ji Lîbyayê heta Sûriyeyê, ji Kurdistanê heta Iraqê her der veguherandiye gola xwînê. Yên ku di vî şerî de dewlemend dibin ew in. Ji bo me jî tenê mirin û kedxwarî dimîne.”    'EM HÊZA XWE BIRÊXISTIN BIKIN’   Soybîl, got ku civak bi pergaleke rizî re rû bi rû ye û tekane rêya xelasiya ji vê rewşê jî sosyalîzm e. Soybîl, banga; “Werin em hêza xwe birêxistin bikin, berxwedana xwe mezin bikin û bi ser kevin” kir.    KARKERAN MAFÊN XWE QÊRIYAN    Piştre jî karkerên ji ber xespkirina mafên xwe li ber xwe didin derketin ser dikê. Karkeran peyama karkerên Tekstîla Akcanlarê yên ji tebaxê ve li ber xwe didin xwendin. Piştre jî têkoşîna karkerên din hate bibîrxistin û banga piştevaniyê hate kirin.    JINAN SERHILDANA XWE VEGUHESTIN QADAN    Herî dawî jî metna hevpar a rêxistinên jinan hate xwendin. Metn, ji hêla Elîf Alçinkaya ve hate xwendin. Di metnê de wiha hate gotin: “Me hêrsa xwe li xwe kir û wisa hatin vê derê. Em di pêvajoyeke tarî de ne lê dema me serî hilda wê tarîtiyê diçirînin. Jin îro li her dera cîhanê serî radikin, li ber xwe didin û têkoşîna xwe mezin dikin. Hewl didin kredî û fatûreyên şer bi me bidin dayin. Em ê nedin. Em zîhniyeta mêrê serdest red dikin û ji bo heman karî heman heqdestî dixwazin. Ew di şevekê de ji Peymana Stenbolê derdikevin. Lê em li kolanan serhildana xwe mezin dikin. Em dev ji maf û azadiya xwe bernadin. Yên ku dê vê pergala tu hêviyê nade bişînin sergoya dîrokê jî em jin in.”    Di dema axaftinan de dirûşm hatin berzkirin û mitîng bi konsera Civata Muzîkê ya Vardiyayê bi dawî bû.