Li serê her kuçeyekê Amedê zarokên tên xebitandin hene

img

AMED - Ji bajarên ku zêde zarok lê tên şixulandin yek jê jî Amed e. Rêvebirê Komeleya Rengarenk Ûmûtlar Ûmût Civan Aytaş, destnîşan kir ku ancax bi refleksên polîtîk pêşî li ber vê pirsgirêka pergalî bê girtin. 

Li seranserê cîhanê yên herî zêde bandorê ji şer, pêvajoyên şerî, krîzên aborî û siyasî digirin zarok in. Ji ber van şert û mercan zarok tên şixulandin û gelek jê jî di kar û barên giran de jiyana xwe ji dest didin. Rêxistina Xebatê ya Cîhanê (ILO) ji bo şixulandina zarokan ji holê bê rakirin, di sala 12'ê Hezîrana 2002'yan de Roja Tkoşîna Li Dijî Karkeriya Zarokan îlan kir. Ji wê rojê heya niha her diçe hejmara zarokên tên xebitandin zêde dibe. Li gor daneyên ILO'yê niha li seranserê cîhanê di ser 160 milyonî re zarok tên şixulandin. Li gor rapora sala 2020'an a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) li Tirkiyeyê li dor 2 milyonan zarok tên şixulandin. 
 
Amed, yek ji wan bajaran e ku gelek zarok tên şixulandin. Hema bibêje li her kuçeyê mirov leqayî temenê wan di navbera 8-17 salan de tê ku tên şixulandin. 
 
BARÊ WÎ GIRAN E, TEMENÊ WÎ CIWAN E 
 
Li navçeya Rezanê em leqayî A.K.'yê 15 salî hatin ku di dest wî de kaşka wî. A.K. got: "Li dibistanê midûr li min xist. Ji dêya min re got, 'here jê re karekî bibîne.' Ji wê rojê heya niha vî karî dikim." K., diyar kir ku li malê 12 kes in, lê tenê 5 kes dixebitin û serê sibê saet di 8'an an jî 9'an de şiyar dibe û li Dîclekent, Bûlwara Mahabadê, Ofîs, Sûr û gelek deverên din ên bajêr digere û got: "Barê min giran e, ji bo heqê nan. Dixwazim bi perê xwe duçerxeyekê bikirim. Dixwazin cihekî duçerxeya min hebe. Ev neheqî ye. Hin zarok naxebitin, li bajêr in, ji xwe re digerin, lê em dixebitin, her roj kaxezan berhev dikin. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Ez ji sibê heya êvarî li kuçeyan digerim, tav li min dixe. Ji ber vî barî pişta min diêşe." 
 
A.K., anî ziman ku qama wî ji ber van karên giran kin maye. 
 
‘BILA ZAROK NEXEBITIN' 
 
M.T.'yç 15 sali ji 4 sal in hem diçe dibistanê hem jî di ber re dixebite. T., diyar kir ku karê wî pir giran e û got: "Di bin vê tavê de, pir zehmet e. Ez hem diçim dibistanê, hem jî diçim nav erd. Dixwazim bibim parêzer, lê nizanim hêvîdar im pêk bê. Divê zarok nexebitin, divê em biçin dibistanê." 
 
BINPÊKIRINA MAFAN 
 
Rêvebirê Komeleya Rengarenk Ûmûtlarê Ûmût Civan Aytaş, bibîr xist ku şixulandina zarokan li seranserê cîhanê pirsgirêk e û li Rojhilata Navîn li welatên di warê aborî de paşdemayî zarok bêtir tên şixulandin. Aytaş got: "Ev rêje di dema pandemiyê de pir zêde bû. Zarokên kaxezan berhev dikinî li goristanan, li parkan, di trafîkê de û li sanayiyê dixebitin, bi binpêkirinên mafan ên mezin re rû bi rû dimînin. Lê belê ev wekî qezayên karî nayên tomarkirin. Ji ber ku hêleke wê ya cezakirinê heye hem kardêr hem jî malbat vedişêrin. Li herêmê jixwe herêma karkerên zarok pir zêde ye û piştî şer bi hatina koçberan re hejmar pir zêde bû." 
 
Aytaş, destnîşan kir ku xebitandina zarokan tenê ne ji ber xirabbûna rewşa aborî ya malbatan e û got: "Qelsbûna perwerdehî û jiyana civakî jî perçeyek vê ne. Lê gava em li ser vana hûr dibin, em dibînin ku pirsgirêkên mezin ên pregalê hene. Ji bo pêşîlêgirtina vê pêdivî bi guherînin mayin de hene. Ev jî di nav mîsyona dewletê de ye." 
 
Aytaş, anî ziman ku komeleya wan ji bo xurtkirina jiyana civakî hin xebatên lokal dike û got: "Lê ji bo bi tevahî pêşî li ber vê bê girtin, divê xebata erzan û betaliya derîtomarkirî bê qedandin. Ji bo vê jî pêdivî bi refleksên polîtîk û argumanên siyasî heye. Dewlet dikare pêşî li ber vê bigire." Aytaş, destnîşan kir ku heger mafê perwerdehî û lîstikê yê zarokan baş pêk bê, dê ev karkerî û binpêkirinên mafan ên bi vî rengî jî kêm bibin. 
 
MA / Eylem Akdag - Cengîz Ozbasar