Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir

img
ENQERE - Rêxistinên rojnamegeran, li dijî "Qanûna Sansûrê" ku wê li meclisê li serê hevdîtinên dest pê bikin hatin gelhev, diyar kirin ku di qanûnê de xalên ku wê deriyê çapameniya nivîskî bidine radan hene û ev tişt gotin: "Ev qanûn li dijî azadiya çapameniyê ye."
 
Li ser banga Konseya Çapemeniyê, Komeleya Rojnamegerên Hemdem, Sendîkaya Basin Îş'ê, Komeleya Nûçegîhanên Aboriyê, Cemiyeta Rojnamegeran a Enqerê, HABER-SEN, Komeleya Nûçegîhanên Parlamentoyê, Komeleya Nûçegîhanên Wêneyan a Tirkiyeyê, Konfederasyona Rojnamegeran a Tirkiyeyê, Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê û Komeleya Qameremanên Nûçeyan a Tirkiyeyê, rêxistinên çapameniyê li dijî Pêşniyaraqanûna Qanûna Dezenformasyonê ku weke "qanûna sansurê" tê zanîn li Meydana Ûlûsê hatin gelhev. Gelek rojnameger, xwendekarên faqulteya ragihandinê û siyasetmedar jî tev li çalakiyê bûn. 
 
Rojnamegeran dovîzên "Bila  qanûna li dijî Destûra Bingehîn bê vekişandin" û "Dest nede medya sanal" hilgirtin.  Rojnamegeran penûsên xwe danîn  pêşiya peyker û qanûnê şermezar kirin.
 
Serokê Cemiyeta Rojnamegeran Nazmî Bîlgîn, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku qanûna mijara gotinê mafên civakî asteng dike û ev tişt got: "Ev qanûn li dijî mafên bingehîn ên mirovan, azadiya agahdarkirinê, çapameniya azadiyê ye. Li dijî mafên me yên ku bi Destûra Bingehîn hatine ewlekirin in. Di vê derbarê ne tenê ji bo azadiya rojnamegeran di heman demê de ji bo azadiya tevahiya civakê asteng e."
 
ÇAPEMENÎ TUNEYE ZEXT HEYE
 
Bîlgîn, da zanîn ku  qanûn berovajiyê pêşxistina rojnamegeriyê  zexta li ser çapameniyê zêde dike û wiha got: "Qanûn wê di pêkanînê de tevlihevî û kêfîbûnê  ava bike. Şaş fêm nekin ne ku em naxwazin pêşî li dezenformasyon bê girtin. Rêya vê di cezakirina bi girtîgehê re derbas nabe. Dema ku pêşnûme hatiye amadekirin rojnameger li ber çav nehatine girtin. Di qanûnê de xalên ku wê deriyê çapameniya nivîskî bidine radan hene. Çapemeniya Anatoliyayê ji çav hatiye derxistin. Nêzî hezar rojname ji ber birîna îlanên fermî wê bi girtinê re rû bi rû bimînin. Me ev got, vegot û nivîsand lê me  guhdar nekirin."