Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû

img
MÊRSÎN - Piştî dibistan hatin girtin li kargehan hejmara karkerên zarok zêde bû. Zarokên malbatên xizan ên berê xwe didin atolyeyên tamîrkirina otoyan, mobîlyayan û tekstîlê beranberiya karê ku ji wan girantir tenê 600 an jî hezar û 500 lîre hqdest digirin. 
 
Piştî dibistan hatin girtin zarokên malbatên xizan jî berê xwe didin atolyeyan. Zarokên diçin kargehan di şert û mercên giran de bi heqdesteke pir erzan tên şixulandin. Her wiha ev zarok bêsîgorte tên xebitandin. Ev zarokên tên xebitandin an kaxez û plastîkan berhev dikin, an di atolyeyên tekstîlê û mobîlyayê an jî li cem tamîrkerên otoyan dixebitin. Ev zarokên 12 saetan dixebitin ji 7 parên meaşê kêm parekê distînin. 
 
JI HEMAN MALBATÊ DU ZAROK
 
R yê 12 salî ku di atolyeya mobîlyayan de dixebite, anî ziman ku îsal derbasî pola heftan bûye. R bilêv kir ku ji bo belgeya teqdîrê wergire pir li dersan xebitiye û xwendekarekî zîrek e. R., diyar kir ku ji bo di warê aborî de alîkariya malbata xwe bike heftê bi 150 TL'yî xebitiye. R da zanîn ku bavê wî karkerê çandiniyê ye, lê bê sîgorte dixebite û got, ji ber ku xaniyêw an ê kirê ye ew û xwişka xwe ya 16 salî ji bêgavî dixebitin.
 
R., wiha axivî: "Dibe ku temenê min biçûk be, lê bîr aher tiştî dibim. Carinan dibînim ku hevtemenên min bi gogê dilîzin, helbet ez jî dixwazim bilîzim. Lê ji ber ku dixebitim nikarim bilîzim. Êdî em nikarin ji xwe re xeyalan jî çêbikin." 
 
‘EM TÊN ECIQANDIN'
 
H., yê 16 salî ku di tekstîlê de dixebite, anî ziman ku ji ber ku rewşa malbataê wî ne ne baş e û ji bo mesrefên xwe yên dibistanê dest bi kar kiriye. H., da zanîn ku mehê hezar û 500 lîre distîne û got, par hezar û 250 TL stendiye lê îsal tenê 250 hezar hatiye zêdekirin. H., destnîşan kir ku ew û mezinan heman karî dikin, lê meaşê wan ji yê mezinan kêmtir e û got: "Li atolyeyê yên ji me mezintir hene. Em jî wekî wan dixebitin. Tew car heye em ji wan bêtir dixebitin. Ên di biniya 18 salan re 12 kes in. Lê li hin atolyeyan hemû ên di biniya 18 salan re ne. Bi taybetî jî zarokên sûriyeyî tên xebitandin. Çimkî hem naçin dibistanê hem jî heqdesteke kêmd idin wan. Piştî mesaî diqede atolyeyê jî bi me didin paqijkirin. Heqê vê paqijiyê nadin. Êdî tu hêviya min ji vî welatî nemaye. Gava 18 salên xwe temam bikim ez ê ji vî welatîb içim. Çimkî em ne di etra rêvebiran de ne. Zarokên wan li kêfa xwe dinerin, lê em dieciqin." 
 
NIKARIN LI DERSÊN XWE BIŞIXULIN
 
B., yê 14 salî yê şeveqê zû diçe sanayiyê, sala were dê biçe lîseyê. B bilêv kir ku serê sibehê saet di heftan de dest bi kar dike heya şeşê êvarî dixebite. B., anî ziman ku 3 sal berê ji ber rewşa aborî ji Şirnexê hatine vira û bêriya gundê xwe kiriye. 
 
M., ku bi ereboka ji wî girantir kaxez, plastîk û hesinan berhev dike, anî ziman ku ji ber şerê navxweyî ji welatê xwe Sûriyeyê hatine vira. M., yê 15 salî bi lêv kir ku ji bo ereboka wî tije bibe heya êvarî dixebite. M., diyar kir ku ji 8 saliya xwe ve vî karî dike û bêriya lîstikê kiriye. Her wiha M., behsa apê xwe yê ku tevî kurê xwe çûye Ewropayê kir û got: "Ez ji bavê xwe re dibêjim ka em jî herin. Bavê min soz da. Bila karê ewraqan biqede. Dê me jî bibe." 
 
Y., ê 13 salî jî anî ziman ku bêriya lîstikan kiriye. 
 
MA / Cemîl Ûgûr