Di kana madenê ya Zonguldakê de teqîn: 4 karker birîndar bûn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di kanake madenê ya Kilimliyê de teqînek çêbû û di encama teqînê de 4 karker birîndar bûn. 2 karkerên rewşa wan giran, sewqî Enqereyê hatin kirin. 
 
Di kaneke madenê ya taybet a Taxa Bolum a navçeya Kîlîmliya Zonguldakê de ji ber sedemeke nediyar teqînek pêk hat. Di teqîna kanê de 4 karker birîndar bûn û ji cihê teqîn lê çêbûye re tîmên tehliyekirinê yên Saziya Komirê Kevir a Tirkiyeyê (TTK) hatin şandin. 
 
Birîndarên bi navên Ersoy Mankir, Ramazan Kamîl Çelebî, Îlyas Kabûk û Alî Gezer ên ji kanê hatine derxistin, bi ambûlansan şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Zonguldakê. Rewşa karker Kabûk û Gezer ji ber ku giran bû, sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê hatin kirin. 
 
Hat destnîşankirin ku teqîn di dema ku karker dest ji kar berdidan û derdiketin pêk hatiye.