Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû

img
ENQERE - Li gorî TUÎK’ê, rêjeya bêkariyê ji sedî 0,3 zêde bû û derket ji sedî 10,1’an. Bi vê yekê re di meha îlonê de rêjeya bêkariyê dîsa derket cotreqeman. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), îstatîstîkên têkildarî hêza kar a meha îlonê parve kir. Li gorî encamên Lêkolîna Hêza Kar a Navmaliyan; di meha îlona 2022’yan de bêkariya di nava kesên 15 salî û mezintir de zêde bûye û ev hejmar weke 120 hezar kes hat destnîşankirin. Bi vê daneyê re hejmara kesên li Tirkiyeyê bêkar, derket 3 milyon û 482 hezar kesan. Her wiha rêjeya bêkariyê jî ji sedî 0,3 zêde bû û bû ji sedî 10,1.  Rêjeya bêkariya di nava zilaman de ji sedî 8,8 û di nava jinan de jî ji sedî 12,8 hat hesabkirin. 
 
Di heman demê de li gorî daneyên TUÎK’ê, bêkariya di nava ciwanan de (kesên di navbera 15-24 salî de) ji sedî 1,2 zêdetir bû û derket 19,6’an.