TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir

img
ENQERE – TUÎK’ê da zanîn ku di çaryeka salê de rêjeya bêkariyê bûye ji sedî 10. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), rêjeya bêkariyê ya çaryeka salê ku mehên tîrmeh û îlonê digire nava xwe, parve kir. Li gorî vê yekê; rêjeya bêkariyê ya ji bandorên demsalê hatiye safîkirin weke ji sedî 10 hat destnîşankirin. 
 
Li gorî daneyan, rêjeya bêkariyê ya kesên di navbera 15-24’ê saliyê de ji sedî 19,1, rêjeya bêkariyê ya zilaman ji sedî 8,7 û ya jinan jî ji sedî 12,8 e.