Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn

img
STENBOL - Di şewata li razanxaneya karkerên li Şantiyeya Navenda Fînansê ya li navçeya Ataşehîrê dixebitin derket de karkerê bi navê Ûmût Oydaş jiyana xwe ji dest da, 3 karker jî bi giranî birîndar bûn. 
 
Li razanxaneya karkerên li Şantiyeya Navenda Fînansê ya Gur Yapi û Yapi Yapiyê ya li navçeya Ataşehîrê dixebitin di saetên sere sibê de ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Di şewatê de karkerê bi navê Ûmût Oydaş jiyana xwe ji dest da û 3 karker jî bi giranî birîndar bûn. Sendîkaya Karkerên Rê, Înşaet û Avayiyê ya Şoreşger (Dev Yapı-Îş) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi serenavê “Ev cînayetek e” peyamek parve kir. Sendîkayê da zanîn ku di şewata derket de karkerê bi navê Ûmût Oydaş jiyana xwe ji dest da û rewşa sê karkerên din jî giran e.