Bala piyasayên kûrewî li ser hevdîtinên Îran-DYA’yê ye

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Çavê piyasayên kûrewî li hevdîtinên Îran û DYA’yê ye. Îxtîmala ku rageşiya li Rojhilata Navîn kêm bibe, bandoreke erênî kir. 

 
Çavê piyasayên kûrewî li hevdîtinên di navbera Îran û DYA’yê yên li Pakistanê ye. Hevdîtinên ku tê payin di roja sêyemîn a agirbestê de bên kirin, hêviya kêmbûna rageşiya li Rojhilata Navîn bi xwe re anî. 
 
Piştî banga Serokê DYA’yê Donald Trump, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahu ferman da ku bi Lubnanê re yekser muzakere bên destpêkirin. Tê payin ku di hefteya pêş de li Washingtonê hevdîtin bên destpêkirin. 
 
Van geşedanan jî di piyasayan de hêviyek ava kir û zexta li ser bihayê enerjiyê bisînor ma. Bihayê petrolê di bin 100 dolaran de ma û petrola Brent bi nêzî 97 dolaran û petrola xam a bi tîpa DYA’yê jî nêzî 100 dolaran hat firotin. 
 
Nêzî ji sedî 20’ê daxwaza petrolê ya kûrewî ji Tengava Hurmuzê derbas dibe lewma jî ev tengav di navenda nediyariya di piyasayan de cih digire. Piştî agirbestê destûr hat dayin ku tankereke petrolê ji tengavê derbas bibe û ev jî weke îşareteke erênî hat nirxandin. Lêbelê hêj trafîka keştiyan venegeriyaye rewşa berê. 
 
Di piyasayên Ewropa û Asyayê de her çend bisînor jî be carnan biha bilind dibe. Niha çavê piyasaya kûrewî li geşedanên Rojhilata Navîn û daneyên aborî yên li Amerîkayêye.