NAVENDA NÛÇEYAN - Di 3 rojên ewil ên meha Gulanê de yek jê zarok 10 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), ragihand ku di sê rojên ewil ên meha Gulanê de yek jê zarok bi giştî 10 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Têkildarî zarok û karkerên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane ev agahî hatin parvekirin:
“*Mahîr Bugra Karaon (16) ku di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin, di 1’ê Gulanê de li navçeya Îskenderûn a Hatayê de li pastexaneyekê kete ceyranê û jiyana xwe ji dest da.
*Hasan Ahmet Koksal (22) ku li navçeya Kelkîtê ya Gumuşhaneyê dijiya, dema tîner dixist sobeyê sobe teqiya û Koksal bi giranî birîndar bû. Di 1’ê Gulanê de jî jiyana xwe ji dest da.
*Karkerê înşaetê Erol Buyun (43), di 1’ê Gulanê de li navenda Kastamonuyê tupekî mitbaxê ji qata 6’an a înşaetê bi ser de ket û jiyana xwe ji dest da.
*Karkerê daristanê Satilmiş Gucukçavuş (55), dema li gundê Araç Çavuşê yê Kastamonuyê, di 1’ê Gulanê de dareke li daristanê hate birîn bi ser de ket û jiyana xwe ji dest da.
*Mahmut Turan (33), di 1’ê Gulanê de dema li depoya rêzemarketan a OSB’a HAci Sabanci ya li Sariçam a Edeneyê karê boyaxê dikir, rofîla bi kemçeyê dihat veguhestin kete ser û jiyana xwe ji dest da.
*Hatîce Başata (56) ku li cem mobîlyafiroşê li bajarokê Ihlara ya navçeya Guzelyurt a Aksarayê dixebitî, dema li cem karkerên dar dibirîn disekinî, dara spîndarê bi ser de hat û di 1’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.
*Welatiyên bi navên Kadîr Ortataş û Bayram Demîrhan ku weke karkerên taşeron di Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Enqereyê (ASKÎ) de dixebitîn, di 1’ê Gulanê de dema karê xwe dikirin kamyoneke avê lê xist û jiyana xwe ji dest dan.
* Karkerê bermahiyên hişk Aslan Bulbul ku di bin sîwana Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya Çankayayê de dixebitî, di 1’ê Gulanê de ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da.
*Yakup Yakar (23), di 2’yê Gulanê saet derdora 17.00’ê de li navçeya Emîrgazî ya Konyayê ji romorka traktorê kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.”