Mêşvan bi gilî û gazincin: Em heqê keda xwe nagirin

Parve bike:

ŞIRNEX - Mêşvan Enver û Bahar Kulter, diyar kirin ku ji ber îsal barîn pir dirêj ajotin, piraniya mêşên xwe winda kirine û gotin: “Em heqê keda xwe nagirin.” 

 
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di 20’ê Kanûna sala 2017’an de civiya û 20’ê Gulanê weke Roja Mêşhingivan a Cîhanê ragihand. Ji wê rojê ve ji bo balê bikişînin ser populasyona mêşhingivan, 20’ê Gulanê bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin. Lê tevî hedef û xebatan jî Roja Mêşhingivan a Cîhanê bandoreke mezin nekir. Ji ber bikaranîna dermanên zîraî, pîşesazî û zêdebûna gaza egzozê, her sal populasyona mêşhingivan kêm dibe. Li bajarê Şirnexê li gel van rewşên neyînî, her wiha qirkirina ekolojîk a li herêmê jî bandoreke hêj girantir li mêşhingivan dike. 
 
 
Li seranserî Şirnexê nêzî 700 malbat debara xwe bi mêşvaniyê dikin. Baranên îsal zêde ajotin û vê jî derbekî giran li mêşhingivan xist. Mêşvanên ku dixwazin biçin zozanan, ji ber berfa heyî û mişebûna kulîlkên deştan, îsal çûna xwe ya zozanan taloq kir. Enver û Bahar Kulter ku hevjîn in û 15 sal in debara xwe bi mêşvaniyê dikin, behsa pirsgirêkên dijîn kir. 
 
‘HÊJ NIHA JÎ GELEK ZOZAN QEDEXE NE’
 
Malbata ku dora 350 xelefkên wan hene û li gundê Divinê yê navenda Şirnexê karê mêşvaniyêdikin, li aliyekî jî amadekariya çûna zozanan dikin. Enver Kulter, diyar kir ku di her xelefekê de dora 30-70 hezar mêşhingiv dijîn û mêşvanî mijûlahiyê dixwaze. Kulter, diyar kir ku di demsala zivistanê de zehmetiyê dikêşin û got: “Zivistana îsal gelek dirêj ajot. Gelek zirar da me. Hema hema nîviya mêşên me mirin. Bihar dereng hat û dema hingivê di xelefan de xelas bû jî mêş mirin. Niha hewa germ dibe. Dema li vir şînkatî xelas bû, em jî diçin zozanên Elkê. 20 rojek piştre em ê biçin Feraşîn. Heta payîzê li wir di konan de dimînin. Em mêşên xwe bi şev bi wesayîtan dibin zozanan. Bi ketina tariyê re em mêşên xwe bar dikin û hêj roj derneketî hewceye em bigihînin zozanan. Heke roj derkeve zirareke mezin dide mêşan.” 
 
Di berdewama axaftina xwe de Kulter destnîşan kir ku ew heqê keda xwe wernagirin û wiha pê de çû: “Hingivê me derman e, yê esil e. Di nav de şekir nîne. Ji ber ku ji çîçekên çiyê pêk tê. Em bi tu awayî şekir nadin mêşên xwe. Me markayeke ‘Şirnak Yayla Bali’ jî ava kir û ev li welat bû marka. Me ev hingiv ji bo pêşbirka li Ingilistanê şand. Me madalyaya zêr wergirt. Divê xelk li dijî hingivê sexte hişyar be. Hingivê rûyê mêşan nedîtî di piyasayê de heye. Lewma pirsgirêkên me zêdetir dibin. Îcar jî em di firotina hingivê heqîqî de zehmetiyê dikêşin. Niha kîloya hingivê heqîqî bi hezar û 500 lîreyan e. Sala pêş dê 2 hezar lîreyan derbas bike.”
 
Kulter, her wiha îşaret bi qedexeyên li ser zozanan kir û wiha got: “Ev qedexeye bandoreke neyînî li ser me dikin. Gelek zozan qedexe ne. Pêvajoyek heye û zêdetirî saleke didome. Di vê pêvajoyê de em hinek rehet bûn. Em vî karî bi malbatî dikin. Debara xwe bi van mêşan dikin. Mêşhingiv geleka bifeyde ye. Rola wan a ji bo ekosîstemê jî girîng e. Ji ber wan gelek giha û çîçek polenan belav dikin. Lê tu qedirî nadin mêşvaniyê.” 
 
‘EM BI KEDEKE KOLEKTÎF DIDOMÎNIN’
 
Bahar Kulterê jî bal kişand ser zehmetiyên mêşvaniyê û got heqê keda xwe nagirin. Bahar Kulterê, axaftina xwe wiha qedand: “Nêzî 15 sal in em vî karî dikin. Gelek zehmetiyên wê hene. Zehmetiya herî mezin jî jin dikêşin. Ji paqijkirina xelefan heta komkirina hingivî, em dikin. Li li rexa din aliyên wê yên xweş jî hene. Dema diçin zozanan û wê xweşikiyê dibînin, hemû westîbûna me diçe. Em nêzî 3-4 mehan li zozanan dimînin. Em vî karî ji bo zarokên xwe dikin. Dema diçin zozanan, qet beriya bajaran nakin. Ji bilî me mêşvanên cuda jî tên. Em bi hev re bi kedeke kolektîf vî karî dikin. Em alîkariya hev dikin.” 
 
MA / Emrullah Acar