RIHA - Cotkarên Rihayê, sala borî donima erdê ku bi 110 hezar TL difrotin îsal di navbera 50 û 10 hezar TL de difroşin. Cotkarên ku sîmsaran bi gazinc din, daxwaza kontrolê kirin.
Li gorî daneyên Saziya Amarê ya Tirkiyeyê (TUÎK), her sal di navbera hezar û 500 û 3 hezar dekar erdî de sîn tên çandin. Herwiha li gorî daneyên TUÎK’ê Riha bi tena serê xwe pêdiviya hilberîna sîran ji sedî 10 dabîn dike. Li bajêr herî zêde sîrê ku ci cûreyê Araban û wek “zirê spî” tê binavkirin, tê çandin. Sîrê ku tê çandin bi giştî li gorî serê donimê tê firotin û sala borî serê donimê di navbera 100 û 250 hezar TL de hate fiortin. Îsal, cotkar ji neçarî serê donimê ji 90 hezar TL firotin.
Cotkarên gunên Xerabeskan ê navçeya Bêrecûk a Rihayê ji ber bihayê sîran û sîmaran bi gazinc in.
Îsmaîl Karayazgan (49), diyar kir ku îsal zirar kirine û ew debara xwe bi îsol û sîran dikin. Karayazgan, anî ziman ku îsal wî 20 hezar donim sîr çandiye û wiha pê de çû: “Dema em erd diçînin serê donimê 2 lître mazot xerc dikin. Piştre em axê mehlî dikin û ev, serê donimê 4 hezar TL diçe û 6-7 hezar TL jî heqê kirêkirina motorê diçe. Piştî mehlîkirina em serê donimê 20-30 donim gubre direşînin û bihayê kîsek gubre jî di navbera 3 hezar û 3 hezar û 500 TL de ye. Lêçûna serê donimek sîr, 40 hezar TL ye.”
‘SALA BORÎ 100 HEZAR TL, ÎSAL 10 HEZAR TL’
Karayazgan anî ziman ku hilberîna sîr demek dirêj dewam dike û ew sîra bi aweyekî hişk û şîn kom dikin. Karayazgan diyar kir ku kîloya sîrê şîn di navbera 15 û 30 hezar TL û yê hişk jî di navbera 20 û 35 hezar TL de difroşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li vir serê donime difroşin. Sala borî me serê donimê 110 hezar TL’î firot. Îsal di navbera 10 hezar û 45-50 hezar TL de tê firotin. Îsal biha zêde ket, loma mirov zirar dikin. Dewlet ji bo sîr piştgiriyê nade. Pirsgirêka herî mezin nebûna kontrolê ye.”
‘BILA SÎMSAR BÊN KONTROLKIRIN’
Ahmet Savaş (50) ê ku li heman gundî cotkariya sîran dike, diyar kir ku îsal zirar kiriye û wiha axivî: “Îsal sîr, pere nekir. Hemû cotkaran zirar kir. Îsal lêçûnên xwe derxe bes e. Ji ber nebûna karekî din, em ê sala were dîsa biçînin. Daxwaza me kontrola biha ye. Ji cotkaran bi erzanî dikirin, lê biha difroşin. Pereyê zêde hemû ji sîmsaran re diçe. Ger kontrol hebe ne cotkar zirar dikin ne jî mezêxer.”
HEQDESTÊ XEBATA DI BIN TAVÊ DE 900 TL YE
Mahmut Berke (55) yê ku xebatkaran ji bo kar berhev dike û jê re tê gotin ‘çawiş’ qala zor û zehmetiyan kir. Berkele anî ziman ku ew ji Kobanê ye û beriya 14 salan hatiye Riahyê û wiha got: “Piştî salek ez bê kar mam, min dest bi çawişiyê kir. Di nava salê de, em di karê îsot, fistiq, sîran de dixebitin. Heqdestê karkeran hezar û 200 TL ye, jê 200 TL ji sîmsar e, 100 TL ji çawiş re û 900 TL jî ji karker re diçe. Dema karek diqede em dest bi karekî din dikin.”
‘EM NEÇAR IN BIXEBITIN’
R.Ş. (15) ku ji Kobanê ye, tevî temê xwe yê zaroktiyê dixebite qala dijwariya xebata di bin tavê de kir û wiha axivî: “Dema em tên ser erd, her kes di parekî de dixebite. Serê sibê ji bo taştê em nîv saetî bêhna xwe vedidin û nîvro saet 13.00’an de navberê didin. Êvarê jî em saet 16.00’an de dev ji kar ber didin û diçin amala xwe. Em di binê tavê de zehmetiyê dijîn lê em neçar in bixebitin.
MA / Omer Akin