Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike 2025-11-21 09:39:01 NAVENDA NÛÇEYAN - MÎT ku valahiya desthilatdariyê ya li qada Sûriyeyê wekî fersend dibîne, ji taxa Kurdan a Şamê Riknedînê heta peravên Lazqiyeyê planeke berfireh a "dagirkeriya nerm" xistiye meriyetê. Di demeke wiha de ku bi feraseta "Ixwanî Muslimîn" tevna civakî tê guhertin, li aliyê din di nava rejîma HTŞ/Colanî de rizîbûn û torên qaçaxçîtiya çekan kûrtir dibin. Guhertinên desthilatdariyê û kaosa herêmî ya li Sûriyeyê, bû sedem ku dewleta Tirk awayên xwe yên destwerdanê yên li ser herêmê curbicur bike. Li gorî agahiyên taybet ên ji qadê hatine bidestxistin; dewleta Tirk ligel hebûna xwe ya leşkerî, bi rêya torên îstixbaratê, hevkarên xwecihî û xebatên di bin navê "alîkariya mirovî" de, hewl dide pêkhateya demografîk û siberoja siyasî ya Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bike. Bi taybetî serdegirtinên li ser taxa Şamê Riknedînê û Rêveberiyên Nifûsê yên li peravên Sûriyeyê, nîşan didin ku planeke xeter a "endezyariya civakî" di dewrê de ye.   LI RIKNEDINÊ ‘ASÎMÎLASYONA NERM’ Û RÊXISTINIYA KONTRAYÎ     Pêşhatên li semta Riknedînê (Hayi Ekrad) a Şamê ku di dîrokê de bi nifûsa xwe ya Kurd tê naskirin, wekî "guhertoya paytextê" ya polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Efrînê balê dikişîne. Li gorî agahiyan, li taxê di bin kontrola MÎT û Ixwanî Muslimînê de pergaleke nû ya îdarî hatiye avakirin.   Anîna bermayiyên rejîma Baasê ya berê û alîgirên Ixwanê (yên wekî Jomerd Wanlî, Sînan El-Raşî) ji bo rêveberiyê, nîşan dide ku rêbazên zextê yên rejîmê tenê "unîforma guherandine". Tax kirine 4 herêmên sereke û her yek ji wan ji aliyê komîteyên girêdayî MÎT’ê ve tên kontrolkirin.   Aliyê herî xeter ê vê rêxistiniyê jî "serjimêriya bêdeng" e. Bi rêya alîkariya xwarinê û fîşkirina di bin navê "Sifreyên Îstîbyan" de, hewl didin rêjeya nifûsa Kurd a li taxê manîpule bikin û wekî ji sedî 5 nîşan bidin ku ev dûrî rastiyê ye. Armanc zelal e: Mîna mînakên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, nasnameya Kurd a birêxistinkirî ya li Şamê tune bikin û taxê bi nasnameya "Tirkmen/Ixwan" ji nû ve pênase bikin.   PROJEYA PARTIYA ‘KURD-ÎSLAM’ A SEXTE    Çavkaniyên ji qadê radigihînin ku MÎT li Riknedînê ji bo şikandina bandora Tevgera Azadiyê ya Kurd, di bin maskeya "olî" de ketiye nava hewldana dijrêxistiniyekê. Ev pêkhateya ku di bin navê "Partiya Gelê Sûriyeyê" û bi serkêşiya fîgurên wekî Serbest Wanelî de tê birêxistinkirin, armanc dike ku Kurdan ji daxwazên mafên neteweyî dûr bixe û bikişîne ser xeteke "Îslamî" ya di bin kontrola Tirkiyeyê de. Çalakiyên ku li navendên çandê di bin navê "folklorê" de tên meşandin jî lingê çandî yê asîmîlasyonê pêk tînin.   DI XETA PERAVÊ DE OPERASYONA 'QEYDAN’ Û GEFA DEMOGRAFÎK    Lingê din ê planê jî li şerîda peravên Deryaya Spî ya Sûriyeyê (Lazqiye, Tartûs, Hûms) tê meşandin. Ketina heyetên Tirk a li Rêveberiyên Nifûsê yên li herêmên wekî Dirêçîşê, lêkolîna kuteleyan û desteserkirina belgeyan, amadekariya operasyoneke demografîk a li ser "tapû û kuteleyan" nîşan dide.   Dema mirov li zêdebûna nifûsa Elewî ya li herêmê dinêre, tê nirxandin ku ev pêngav amadekariya "bingeha hiqûqî" ne ji bo bicihkirina komên Tirkmen an jî Sûnî yên radîkal ku dê ji Îdlib û herêmên din werin veguhestin. Sozên MÎT’ê yên di hevdîtinên Washingtonê de ku dibêje "Em ê bakurê rojhilatê Sûriyeyê entegreyî pergala navendî bikin" û "PKK'ê tasfiye bikin", wekî parçeyeke bazariya navneteweyî ya van operasyonên demografîk tê xwendin.   DI REJÎMA HTŞ/COLANÎ DE DERIZÎN: QAÇAXÇÎTÎ Û SIRGÛNA EFRÎQAYÊ     Ligel domandina planên "sazîbûnê" yên MÎT'ê, li nava HTŞ'ê ku darê zorê yê li qadê ye, gendelî û aloziyeke mezin heye. Bûyera girtina Îbrahîm El Hifil û piştre bi destwerdana îstixbarata Qeter û Tirkiyeyê berdana wî, têkiliyên qirêj ên li herêmê eşkere kir.   Di vê bûyerê de derket holê ku Hifil û têkiliyên wî yên eşîrî di sewqiyata çekên sofîstîke (Katyûşa, fuzeyên dij-tank hwd.) de ku ji Iraqê diçin ji Hizbûllaha Lubnanê re, hatine bikaranîn. Ev rewş îspat dike ku HTŞ û pêkhateyên girêdayî wê, berevajî gotinên xwe yên îdeolojîk, dikarin ji bo pereyan bi milîsên piştgiriyê ji Îranê digirin re jî hevkariyê bikin.    Li aliyê din, serhildana leşkerî ya di Tumena 76'an de û qutkirina mûçeyên leşkeran, rasterast bi plana Tirkiyeyê ya "sirgûkirina van çeteyan a ber bi Afrîkayê (Nîjer, Burkîna Faso)" ve girêdayî ye. Komên ku li Sûriyeyê îdia dikin ku "şoreşger" in, îro veguherîne leşkerên peregir ku ji bo parastina madenên zêran ên şîrketên Tirk li Afrîkayê tên bikaranîn.   DAGIRKERIYA CIVAKÎ Û HEGEMONYAYA NÛ    Ligel van hemû daneyan, dimena giştî vê rastiyê derdixe holê:    * Dewleta Tirk li Sûriyeyê stratejiyeke pir-hişk dimeşîne ku armanca wê ne tenê dagirkirina axê, lê belê dagirkirina "zihniyet û civakê" ye.   * Bênasnamehiştin: Wekî di mînaka Taxa Riknedînê de tê dîtin, hewl tê dayîn ku Kurd bi rêya aidiyetên "olî" bên Tirkkirin. MÎT, dixwaze profîlekî "Kurdî diaxive lê îtaatî Enqereyê dike" biafirîne.   * Endezyariya Demografîk: Destwerdana li ser qeydên nifûsê yên li şerîda peravan, nîşan dide ku nexşeya etnîkî û mezhebî ya Sûriyeyê tê xwestin ku li gorî xeyalên "Mîsakî Mîllî" yên Tirkiyeyê an jî projeya "Kembera Sûnî" were guhertin.   * Çetebûn û Îxrac: Komên çekdar ên Sûriyeyî êdî ji "unsûrên şerê wekaletê" derketine û veguherîne hilberîneke îxracatê ku ji bo berjewendiyên gerdûnî yên Tirkiyeyê (madenên Afrîkayê hwd.) tên bikaranîn.   Wekî encam; ji meclisên sexte yên li Şamê hatine avakirin heta hevdîtinên li pişt deriyên girtî yên li Washingtonê, ev pêvajo piştrast dike ku astengiya herî mezin a li pêşiya gelên Sûriyeyê (Kurd, Ereb, Suryanî, Elewî) ku rêveberiyên xwe yên cewherî û perspektîfa neteweya demokratîk pêş bixin, ev konsepta "şerê taybet" a di bin kontrola MÎT'ê de ye.   MA / Erdogan Altan