Li Sûriye û Iraqê meseya bazarê ya dijberî kurdan

img
 
ŞENGAL – Şerê li Qamişlo yê di navbera mîlisên rejîmê û hêzên asayîşê, bicihbûna artêşa Iraqê ya sînorê Şengalê û êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Metîna, Zap û Avaşînê, nîşan didin ku li Sûriye û Iraqê meseya bazarê ya dijberî kurd hatiye avakirin. 
 
 
Êrişên ku di rojên dawîn de li welatên nifte yên Rojhilata Navîn Sûriye û Iraqê pêk tên rê li ber serdemeke nû vedikin. Piştî Peymana 9’ê Cotmehê ku di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de hatibû îmzekirin artêşa Iraqê beriya çendekî xwest leşkerên xwe derbasî gundê Gir Zerik ê bajaroka Til Êzerê bike. Lê gel bi barîqatan li dijî vê derbaskirinê derket û rê neda ku leşkerên Iraqê derbas bibin. 
 
Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koma Dîfa El Wetenî êrişî Hêzên Ewlehiya Hundirîn kir. Piştî vê êrişê Serokê Amerîka Joe Bîden û Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan li ser telefonê axivîn û piştî vê axaftinê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê operasyona leşkerî da destpêkirin. 
 
Ev konsepta êrişî ku li dijî kurdan ket dewrê bandorê li hevsengiya li qadê jî dike. 
 
PEYAMA ŞENGALIYAN
 
Biş Peymana 9’ê Cotmehê tê armancakirin ku Rêveberiya Xweser û hêzê wê ya parastinê Asayîşa Êzdîxanê ji holê bê rakirin. Gelê Şengalê bi mehan e li dijî vê planê li ber xwe didin û peyama ku tu bersiva peymanê li qadê nîne didin Amerîka û Tirkiyeyê ku piştgiriya peymanê dikin. Peymana ku ji aliyê Hikûmeta Kazimî ve tê xwestin bikeve meriyetê ji aliyê beş û siyasetên cuda yên Iraqê ve jî baş nayê pêşwazîkirin. Di navbera van beş û siyasetan de bûye sedema aciziyê. Hikûmeta Iraqê ku ji ber berxwedana gelê Şengalê di paş de gav avêtiye di nav lêgerîna formulên pêkanîna peymanê de ye.  
 
ŞENGAL, LALEŞ, ŞÊXAN ...
 
Gelê êzidî û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê di serî de Şengal ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê di nav diyalogan de ye. Ji bo vê bi Hikûmeta Bexdayê re hin hevdîtinan kir. Rêveberî, ne tenê ji bo Şengalê di heman demê de çareserkirina pirsgirêkên navendên êzidiyan ên mîna Laleş û Şêxan jî tîne rojevê. Her çiqas hin derdorên li Iraqê xweseriyê maqûl bibînin jî ji ber parçebûniya wê hin hêzên di nav rêveberiya heyî ya Bexdayê de li dijî vê rewşê derdikevin. 
 
QAMIŞLO
 
Piştî xwestina bicihbûna artêşa Iraqê ya başûrê Şengalê, koma Dîfa El Wetenî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdayî rejîmê ye li Qamişloyê êriş bir ser Hêzên Asayîşê. Ev êriş ne êrişa yekemîn a vê komê ye ku li taxên Tay û Hilko yên bajar bi cih bûye. Beriya niha jî ji ber êriş û sûîqastê vê komê yên li dijî Hêzên Ewlehiya Hundirîn li bajar şer derketibû. Beriya çend rojan ji ber ku endamekî wan di encama êrişa vê komê de jiyana xwe ji dest da Hêzên Asayîşê li dijî Dîfa El Wetenî operasyon da destpêkirin. 
 
AGIRBEST
 
Şerê ku derket bi navbeykariya Rûsya û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) piştî hefteyekê bi agirbestê bi dawî bû. Di hevdîtinan de Hêzên Asayîşê gotin ku qalên ku kirine bin kontrola xwe wê careke din nedin Dîfa El Wetenî û daxwaz kirin ku Dîfa El Wetenî ji taxên Tay û Hilko bê derxistin. Her wiha xwestin ku endamê Dîfa El Wetenî yê endamê wan kuştiye radestî wan bê kirin. 
 
Ji ber ku agirbestê bin pê kir ji aliye Hêzên Asayîşê ve Dîfa El Wetenî bi tevahî ji taxa Tay hat derxistin. Komê xwe vekişand gundên Hamo,Tewarîc, Xirbet Emo, El Texit, El Demxiye û Rihiya Reş yên di bin kontrola rejîmê de. Bi vî awayî Hêzên Asayîşê careke din bajar kirin bin kontrola xwe. Xebatên ku ji bo xesarên ji ber şer li taxê pêk hatine didomin. Piştperdeya vê bûyerê tê meraqkirin. 
 
ARMANCA RÊVEBERIYA XWESER E
 
Rûsya, bi aloziyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixe hewl dide qadê ji rejîmê veke. Difikire ku ji cihên Dîfa El Wetenî hatiye derxistin di navbera asayiş û rejîmê de hin xalên leşkerî ava bike. Rûsya bi vê dixwaze hê bêtir li Qamişlo bi cih bibe û bi rêyên cuda Rêveberiya Xweser di zorê de bihêle. Li gel ku Rûsya beriya niha li Eyn Îsa û Şehbayê siyaseta şantajê meşand jî dev ji vê polîtîkaya xwe bernade. 
 
GELO HEDEFA RÛSYAYÊ ÎRAN E? 
 
Rûsya, rexmî ku heta niha piştevaniya Dîfa El Wetenî dikir jî di şerê herî dawîn de polîtîkayeke berovajiyê vê meşand. Di hevdîtinên agirbestê de Rûsya destpêkê ji Hêzên Asayîşê xwest raweste û ket nav nêzikbûna “Heta ku hûn dikarin bigirin”. Dîfa El Wetenî her çiqas li gelek bajarên welat bi cih bûbû û girêdayî rejîmê be jî bandora Îranê jî gelek li ser heye. Tê gotin ku Rûsya ji bo şikandina bandora Îranê ya li welat van gavan davêje. Amerîka ku ragihand heke êriş mezin bibin dê li cem Rêveberiya Xweser cih bigire jî tiştên pêk hatine tenê temaşe kir. 
 
METÎNA, ZAP, AVAŞÎN!
 
Di Pêvajoya şerê li Qamîşlo berdewam dikir de Tirkiye li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê bi bejahî û hewayê ve operasyona leşkerî da destpêkirin. Operasyonê piştî axaftina bi telefonê ya di navbera Serokê Amerîka Joe Bîden û Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan de dest pê kir. Di hevdîtinê de Biden ji Erdogan re ragihand ku wê Qirkirina Ermeniyan nas bike. Ji ber vê yekê hat şîrovekirin Erdogan di berdêla vê de li dijî kurdan destûra qirkirineke nû girtiye. 
 
BÊDENGIYA MEDYAYÊ Û NABOSIYA TSK’Ê
 
Agahî hene ku di operasyonê de windahiyên giran ên TSK’ê hene ûzehmetiyan dikişîne. Tê dîtin ku çapameniya desthilatê derbarê operasyonê de di nav nêzikbûneke biendaze de ye. Li gorî hin derdoran jî ji bo Tirkiyeyê têkçûneke nû li ber derî ye. Heta tê gotin ku heke Tirkiye di vir de bi sernekeve dê hewl bide ku planên xwe yên li dijî Şengal û Rojava bike dewrê.
 
MA / Nazim Daştan