Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku Sefîrê Tirkiyeyê Hakan Karaçay têkildarî birrîna daran, şewata erd û valakirina gundan a di operasyonên li Metîna, Zap û Avaşînê de, Cîgirê Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Hêmîn Hawramî agahdar kiriye û jê re wiha gotiye: “Ew erdên ku em lê ne me kirîne. Erdên ku me kirîne em rê çê dikin û daran dibirin.”

Operasyona ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 23’ê Nîsanê de li deverên Metîna, Zapê û Avaşînê yên bi ser Herêma Federe ya Kurdistanê ve dane destpêkirin ket roja 42’emîn. Li qadên Girê Zendûra yê Metîna, li Dola Maran, Mervanos û Şûkê ya girêdayî herema Avaşîn û Ciloyê Biçûk ê Zapê di navbera artêşa tirk û HPG’ê de şerên giran diqewimin. Artêşa tirk a di şer de ketiye zorê, bi balafir û obusan van deveran bombebaran dike. Di bombebaranan de ji xeynî heremên eskerî heremên sivîl jî hedef tên girtin. Zeviyên çandiniyê yên gundiyên li herêmê tên şewitandin, ajalên wan tên kuştin. Tê diyarkirin ku bi taybetî ji ber bombebaranan di navbera gundê Kêste yê girêdayî herêma Metîna û Kanîmasiyê de şewat derketiye û nêzîkî hezar û 850 donim erd şewitiye. 
 
HEJMARA BAREGEHÊN ESKERÎ DERKET 43’YAN
 
Çavkaniyên ku diyar kirin gund bi awayekî sîstematîk hedef tên girtin, dan zanîn ku li qada Behdînan 6 qereqol û 36 baregehên artêşa tirk hene û hejmara van baregehan ligel operasyonan derketiye 43’yan. Çavkaniyan anîn ziman ku hezar donim erdê di nav sînorê bajarokê Kanîmasiyê de ji aliyê hêzên paramîlîter ku artêşa tirkiyê anîne ve hatiye şewitandin û di vê şewatê de zirareke mezin gihiştiye rez, bostan û darên fêkiyan ên xelkê. Çavkaniyan ragihandin ku balafir û helîkopteran bombe li 2 kesên ku li bajaroka Derkarê ya girêdayî navçeya Zaxo sewalên xwe diçerandin barandine, di 1’ê hezîranê de jî li gundê Hirorê yê Kanîmasiyê bûye hedefa topbarana obusan û diyar kirin gundiyê bi navê Remezan Elî birîndar bûye. 
 
ENDAMÊ POLÎTBUROYA PDK’Ê DI OPERASYONÊ DE YE
 
47 gundên girêdayî bajarokên Dêrekar û Bêgova yên girêdayî navçeya Zaxoya Dihokê û herêma Berwariyê ji ber bombebaranên beriya niha hatibûn kirin, hatin valakirin. Hat destnîşankirin ku darên heremê ku aîdî xelkê herêmê ne bi pejirandin û tevlîbûna endamê Polîtburoya PDK’ê Alî Ewnî hatine birrîn. Gundiyên ku agahî dan, diyar kirin ku birrîna daran bi hevkariya şîrketên nêzîkî Ewnî û hin şîrketên Tirkiyeyê tê kirin û darên tên birrîn jî bi koordînasyona Teşkîlata Îstîxbaratê ya Netewî (MÎT) dibin Tirkiyeyê û difiroşin. Hat îdiakirin ku di vê çarçoveyê de bi taybetî gundên Sînaht, Mêrga Şîş, Kelok, Masî Sînda yên herema Sîndî û derdorên wê birrîna hemû qadên daristanê û firotina wan aydê 3 şîrketên taşeron en Holdînga Cengîz ve tê kirin.
 
‘ME ERD KIRÎNE’
 
Polîtîkaya firotina erdê ku Îsraîlê li Filistînê bi rêve dibir bi heman awayî li Herema Kurdistanê jî pêk tê. Li ser bertekên birrîna daran Sefîrê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Hakan Karaçay, Cîgirê Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Hêmîn Hawramî agahdar kir. Hat zanîn ku di hevdîtinê de Sefîr Karaçay wiha gotiye: “Ew erdên ku em lê ne, me kirîne. Li erdên ku me kirîne em rê çê dikin û daran dibirin.”
 
QADA BAREGEHÊN ESKERÎ TÊN FIREHKIRIN 
 
Tê gotin ku pêkanîn û operasyonên li herêmê di hevdîtina navbera Enqereyê û Hewlêrê de hatine pilankirin, Serokwezîrê Hikumeta Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî pejirandiye û ji bo rêvebirina vê pilanê jî endamê Polîtburoya PDK’ê Alî Ewnî hatiye peywîrdarkirin. Bi hevkariya 3 şîrketên taşeron ku girêdayî Holdînga Cengîz a ku xwediyê wê Mehmet Cengîz û şîrketên girêdayî Alî Ewnî dar tên birrîn û li Tirkieyeyê tên firotin. Hat diyarkirin ku di heman demê de cihên dîrokî jî hatine rûxandin û ji bo erdên ku baregehên eskerî lê ne bên firehkirin, rê tên çêkirin. 
 
MA / Erdogan Altan