Gelo hedefa DYA'yê Îran e?

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî DYA û NATO hêzên xwe ji Afxanistanê derxistin, tê nîqaşkirin ku vê carê hedefa wan Îran e.

 
DYA ku piştî êrîşa li hemberî kûleyên Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê, di 7'ê Cotmeha 2001'an de rasterast mudaxileyî Afxanîstanê kiribû û wê demê li hemberî Talîban û El Kaîdeyê dest bi şer kiribû. Ev şerê ku bandor hem li Asyaya Navîn hem jî li Rojhilata Navîn kir, piştî DYA vekişiya, welat ket bin kontrola Talîbanê. Niha hemû cîhanê vê rewşa nû nîqaş dike. 
 
DAGIRKERÎ BI ÎNGILÎZAN DEST PÊ KIR 
 
Li Afxanîstanê ku sînorê wê bi Pakîstan, Îran, Tacîkîstan, Turkmenîstan, Ozbekîstan û Çînê ve ye, peştûn, tacik, hazarî û ozbek û gelek kesên din dijîn. Nifûsa wê 38 milyon e. Ev welat, cara ewilî di navbera 1838-1842'yan de ji aliyê îngilîzan ve hatiye dagirkirin û piştî Rûsseya Sovyetê di sala 1979-1989'an de ew dagir kir, herî dawî di sala 2001'ê de ji aliyê Amerîkayê ve hat dagirkirin. 
 
MUDAXILEYA DYA'YÊ 
 
PIştî ku El Kaîde di 11'ê Îlona 2001'ê de li New Yorkê bi balafiran êrîş bir ser Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê û li êrîşî Pentagonê kir, DYA dest bi mudaxileyê kir. DYA, di 7'ê Cotmeha 2001'ê de tevî Îngîltereyê çû Afxanîstanê û Qanada, Avûstralya, Almanya û Fransa jî alîkariya wê kirin. Hêzên DYA'yê, li navenda welêt bi cih bûne û şerê li wir bênavber 20 salan dewam kir. Ev yek pirsgirêkên di warê eskerî, siyasî û aborî de kûrtir kirin û bi xwe re bûn sedema koçberî, mirin, xizanî û pêkanînên bêhiqûqî. 
 
MUZAKERE
 
Serekê El Kaîdeyê Ûsame Bîn Ladîn ku berpirsiyarê sereke yê êrîşa Kûleyên Cêwî bû û gelek rêvebirên din ên Talîbanê ji aliyê DYA'yê ve hatin kuştin. DYA, paşê li Afxanîstanê hikûmetek nû ava kir. Bi avakirina vê hikûmetê re îstiskrara ku dixwest pêk bê çênebû. Ji ber vê barê DYA'yê giran bû û par bi Talîbanê re dest bi muzakereyên aştiyê kir. Ev pêvajoya ku di dema hikûmeta Donald Trump de dest pê kir, li Doha paytexta Qeterê hat çêkirin û her du alî gelek caran li dor maseyê rûniştin. 
 
PEYMANA DOHA'YÊ Û ÇÛNA DYA'YÊ 
 
Hê hevdîtinên li Dohayê dewam dikirin, DYA dest bi pêvajoya derketina ji Afxanîstanê kir. Hikûmeta Joe Bîden jî xwedî li vê pêvajoyê derket û di meha Tebaxê de dest bi derketinê kir. Tê payîn dê hea 11'ê Îlonê bi temamî ji Afxanîstanêd erkeve. Hêzên li Afxanîstanê li Qeterê hatin bicihkirin. 
 
QEY DYA STRATEJIYÊ DIGUHERÎNE? 
 
Piştî ku Talîbanê bêyî ku çekê bişixulîne welêt xist bin kontrola xwe, ev yek bû cihê nîqaşên cuda. Piştî Rûsya û Çîn û Talîbanê li hev kirin, Tirkiye jî ket nava hewldanên bi vî rengî. Niha cîhan vê yekê û tiştên dê piştî vê biqewimin nîqaş dike. Her wiha piştî vê polîtîkaya DYA'yê ya derketina ji Iraq û Sûriyeyê jî bêtir bû cihê nîqaşan. Di meha Hezîranê de civîna NATO'yê hat çêkirin û di vê civînê de stratejiya NATO'yê ya 10 salan hat diyarkirin, lê hê jî nexşerêya vê û hûrguliyên wê nayên zanîn. Lê belê tê derpêşkirin ku di civîna NATO'yê de Îran hatiye nîqaşkirin û lewma welatê di bin kontrola Talîbanê de dibe ku li hemberî Îranê bibe binkeya eniyekê. Li gor dîtineke din jî, tê diyarkirin ku êdî DYA wekî berê naxwaze mudaxileyî welatan bike û di warê aborî û eskerî de bixsire, lewma wekî Sûriyeyê dixwaze stratejiya xwe bi hêzên xwecihş pêk bîne. 
 
GELO HEDEF ÎRAN E? 
 
Hin kes jî derpêş dikin ku DYA bi vê pêngavê hewl dide li hemberî Îranê şer bike. Her wiha liv û tevgerên Rûsyayê jî dikin palpiştê vê yekê. Her wiha ev stratejî dibe ku bibe cihê şerekî herêmî jî. Di demên dawî de Îran eskerên xwe li sînorê Afxanîstanê bi cih dike û ev yek jî wekî palpişta vê tê derpêşkirin. 
 
MA / Nazim Daştan