Angaşta ku Tirkiye gaza bijehr bi kar tîne bihêz dibe: 548 kesan serî li nexweşxaneyê dan

img

RIHA - Angaşta ku Tirkiye di êrîşên xwe yên derveyî welat de gaza bijehr bi kar tîne bihêz dibe. Di nav mehekê de li herêma Behdînanê 548 kesan bi giliyên cuda serî li nexweşxaneyan dane. 

Tirkiye, êrişên xwe yên ku di 23'ê nîsanê de li Herêmê Kurdistanê dabû destpêkirin, bi bombardûmanê didomîne. Di êrişên hewayî yên 3 mehên dawîn de tê nîqaşkirin ku Tirkiye çekên kîmyewî û gaza bijehr bi kar tîne. Ev nîqaş hê jî didomin û gelê Behdînanê ku rexmî bombardûmana zêde jî naxwazin terka gundên xwe bikin ji vê gelek bibandor dibe. Hat hînbûn ku rayedarên ji Tirkiyeyê derbasî Herêma Kurdistanê bûne, bi rayedarên Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re bi keyayan re hevdîtin kirine. Ji keyayan xwestine ku derbarê liv û tevgera PKK'ê de agahî bidin wan û gef li wan xwarine ku derbarê bikaranîna gazên bijehr de agahî nedin. 
 
548 KESAN SERÎ LI NEXWEŞXANEYÊ DAYE
 
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, bi taybetî di nav mehekê de di serî de li Kanîmasî û derdora wê û li herêma Behdînanê 548 kesan bi giliya sorbûna zêde ya çavan, şolîbûna roniya çavan, serêşandina jinişkeve, xwînbûna poz, zehmetkişandina bêhngirtinê, sorbûn û pelqokên di laşên xwe de serî li nexweşxaneyên Duhok û derdora wê dane. 
 
WAN DIBIN NEXWEŞXANEYA LEŞKERÎ
 
Hat angaştkirin ku kesên bi van giliyan diçin nexweşxaneyan ji aliyê tîmên "Meseya Qrîzê" ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye avakirin ve tên girtin û wan dibin nexweşxaneyên seyar yên li Baregeha Leşkerî ya Bamernê û veşartî tên girtin. Hat diyarkirin ku mexdûrên gaza bijehr dema ku pirsa "Em çima tên vir? dikin rayedarên PDK'ê ev bersiv didin wan: "Li herêmê asteke dijwartir a vîrûsa koronayê belav dibe. Ji ber vê jî ji Tirkiyeyê tîmên tenduristiyê yên di vê mijarê de pispor hatine û em ê we nîşanî wan bidin."
 
PROPAGANDAYA 'ME TEDAWÎ KIR'
 
Gelê herêmê ku bertek nîşanî vê rewşê dide, dibêjin, 'Hem bijehr dike hem jî tedawî dike'. Her wiha gel, dibêje ku di hemû bombardûmanên mehên dawîn de gazên bijehr ên kîmyewî tên bikaranîn û ji bo veşartina vê rewşê wan dibin nexweşxaneyên seyar. 
 
HPG'Ê DAXUYANDIBÛ
 
Li gorî nûçeyeke ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê de cih girtibû, Hêzên Parastina Gel (HPG), di daxuyaniya xwe ya 9'ê cotmehê ya têkildarî êrişên Tirkiyeyê de ragihandibûn ku li Herêma Werxelê Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar aniye. HPG'ê, ragihandibû ku di 5'ê cotmehê de li Herêma Werxelê şerekî dijwar qewimiye û ji ber ku bi pêş ve neçûye Tirkiye herêmê bombardûman kiriye û di berdewama şer de di 8'ê cotmehê de Tirkiye li dijî herêmê çekên kîmyewî bi kar aniye û 5 HPG'î jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku Tirkiye di 5'ê cotmehê de li herêma Berwarî Bala 5 caran bi gaza bijehr bombardûman kiriye û di vê êrişê de 3 kes birîndar bûne û birînên ku di orxanên kesên birîndar bûne de çêbûne bikaranîn çekên kîmyewî teyît kirine. 
 
MA / Erdogan Altan