Li hemberî Ûkraynayê 'şerê durehî': Hevdîtina Putin û Biden

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nîqaşên derbarê hevdîtina Putin-Biden de didomin. DYA û Rûsya, dikarin Ûkraynayê veguherînin "kîsê xîçê" ku quweta xwe tê de diceribînin. 

Pisporên ku hevdîtina onlayn a Pûtîn û Biden daduhurînin, wisa difikirin ku dê Rûsya guh li hişyariyên Bîden neke û wer xuya ye li ser maseyê îhtimala şer zêdetir e. Her wiha tê bilêvkirin ku dê di şerekî gengaz de jî mueyîdeyên Rojavayê (ya cîhanê) pir ne kartêker bin. 
 
ARTMÊŞA RÛS 'BÊ SERKETIN' VENAGERE
 
"Arîşeya" Ûkraynayê hê jî bîra civakê dagir dike. Vlademir Putin û Joe Biden wekî du fîgurên cîhana ku her diçe berberîbûna wê zêde dibe, hatin cem hev û meseleyê danîn ser "maseya lêhûrbûnê." Hela em ê mêze bikin bê ev her du axayên şer ku cîhanê veguherandina "nuwazeyek" şerên herêmî, bê wê li Ûkraynayê çi bikin. Gelo dê diyalojîzmek şiklî li peravên bakur ên Behra Reş "aramiyê" peyda bike? Ev pirs mêjiyê gelek lêkolîner, siyasetmedar û dîrokzanan dikotin. Mesele yak ji van kesan ji Enstîtuya Stratejî û Ewlehiyê ya Zanîngeha Execeter a Mîrnişiniya Yekbûyî Profersor Jonathan Marcus e. Di danuhrandina xwe ya di Bbc.com'ê de ji bo hin analîzan kehanetina dide der. Akademîsyen MArcus, li ser sê îhtimalan disekine. Yek jê, dê Pûtîn li ber mueyîdeyên aborî yên giran ên Rojavayê hilweşe. Dudo, dê pêvajoya dîplomatîk pevçûnê berteref bike. Sisê, dibe ku zar jî zû de hatibin avêtin. Marcus wisa difikire ku îhtimala ku Pûtîn li ber mueyîdeyan belawela bibe îhtimalek qels e û heya artêşa rûs ber bi lûtkeya çiyê ve hatiye şandin, serketinê "diyarî" Pûtîn neke dê vengere qişleya xwe. 
 
ÛKRAYNA Û NATO NE AMADE NE
 
Ji kesên ku hevdîtina Pûtîn-Bîden ji nêz ve temaşe kir jî rojnamevanê rûs Andrey Lîpskiy e. Di nîvsa xwe ya di rojnameya Novaya Gazeta de ku ev rojname dijî Kremlînê ye, bi çavekî rexneyî nêzî polîtîkaya Rûsyayê ya ji bo Ûkraynayê dibe. Li gor rojnamevan Lîbskiy, sedema sereke ya amadekariya Rûsyayê û helwesta wê ya hêrsok, ew e ku Ûkrayna daxilî nav NATO'yê bûye. Lîpskiy ku derpêş dike dê NATO pêngaveke wisa neke, dibêje ne NATO ne ne Rojava ne jî Ûkrayna ji bo hewldaneke wisa ne amade ne. 
 
Rûsya, gava amadekariyên eskerî dike bi taybetî "Peymanên Mînksê" wekî argumanekê bilêv dike. Hemû dewletên mêtinkar bi piranî serî li van taktîkên şer didin. Kesê ku dilê wî û kuştina kûçikê wî hebe, wî tim bi qudûsiyê sûcdar dike. Ji bo Kremlînê, li Donbasê bikaranîna SÎHA'ya Tirk a ji aliyê Ûkraynayê ve û binpêkirina Peymanên Mînksê, firsendeke hew dibû. Ev firsend ji nişkave bû 'sîxur diyar e (sedema şer)". Di vê çaçroveyê de rojnamevanê rûs Lîpskîy, nirxandineke bi vî awayî dike: "Propagandaya rûs tu carî firsendeke wiha ji dest beranedabû. 'Kîev ji peymanên şer qut bû,' 'Kîev hewl dide meseleya Donbasê bi awayekî çekdarî çareser bike.' Bi van gotinan dest bi êrişê kir. Paşê artêş bi cih kir. Nizam parastina Lugansky û Komarên Gel ên Donetskê, nizam êrişeke taybet, nizam bi awayekî asayî transferkirina eskeran... Yanî hema bibêje hemû gotegotên bên bîra mirov hene. Lê a rast armanc ew e ku Ûkrayne hin tawizan bide û Rojavayê jî ber bi hevdîtina ve bikişîne." 
 
Ji rojnamevanên ku "hevdîtina ji dûra" ya Xwedayên Şer nirxan yek jî rojnamevanê rûs nûnerê Novaya Gazetayê yê Washîngtonê Aleksandr Panov e. Panov, anî ziman ku raya giştî ya DYA'yê vê hevdîtinê wekî hevdîtina ewil a cidî ya piştî Şerê Sar dinirxîne û vê "irkberiya" di navbera Rûsya û Ûkraynayê de dişinîne pevçûnên di navbera DYA û Japonyayê yên dema Şerê Cîhanê yê Dudoyan û diyar dike ku Rûsya stratejiyeke bi vî rengî pêş dixe.
 
FIKARA JI BO GAZÊ
 
Rojnamevan Aleksandr Panov, diyar dike ku Bîden di hevdîtina onlayn de wekî tekane pêşengê Rojavayê hereket kiriye û beriya hevdîtinê bi pêşengên Fransa, Almanya, Îtalya û Îngîltereyê re axiviye. Panov, bilêv dike ku hin rayedarên ewropî ji bo mueyîdeyên gengaz ên li hemberî Rûsyayê bifikar in, ji lew re tê gotin îhtimal e ku Rûsya di orta izvistanê de gazê bibire. 
 
'CAMBAZIYA' PÛTÎN
 
Li gor tiştên ku rojnamevan Panov ragihandine, a rast Pûtîn 'xap' kiriye. Wekî tê zanîn di kişikê de ji bo tu xwe bigihînî asteke hîn baştir, tu çend keviran fida dikî. Pûtîn, bi gazîkirina Bîden re ku wî vexwand se rmaseyê, xwestiye xwe wekî ehlê diyalogê bide der, lê ya rast zor da rêvebiriya DYA'yê ku serwerî û bejewendiyên Rûsyayê yên li Rojhilatê Ewropayê esas bigire. 
 
MA / Îsmet Konak