Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê Hulusî Akar piştî windahiyên zêde yên leşkeran çû ser xeta sînor û ji bo planên nû bi Endamê Polîtbûroya PDK’ê Elî Ewnî re civînek li dar xist. Hat zanîn ku Tîma Xencer û komên Lîwa 4 tev li êrişan hatine kirin. 
 
Desthilatdariya AKP’ê ku di pirsgirêka kurd de polîtîkaya şer weke çareserî dibîne, ji 24’ê tîrmeha sala 2015’an heta niha li dijî Herêma Federal a Kurdistanê rêzeêriş dan destpêkirin. Lê belê tevî hemû rê û rêbazan jî di nava van 7 salan de pêşketinek bi dest nexist. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi salan nekarî bi operasyon û êrişên hewayî encamekî bi dest bixe, di 10’ê sibata 2021’an de li dijî Garê ku leşker, polîs û endamên MÎT’ê yên di destê PKK’ê de lê dihatin ragirtin, pêleke êrişê da destpêkirin. Di roja 4’emîn a êrişan de anku di 14’ê sibatê de 13 leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Beriya “Operasyona Garê”, Erdogan gotibû “ez ê mizgîniyê bidim.” Lê êrişa li dijî Garê bû têkçûna ewil a konsepta êrişan a desthilatdariya AKP-MHP’ê. Piştî têkçûna li Garê, desthilatdariya AKP-MHP’ê di 23’yê nîsana sala 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi êrişeke nû kir. Li gel ku alîkariya îstîxbarî ji PDK’ê girt û çekên kîmyewî bi kar anîn jî, nekarî encama dixwest bi dest bixe. 
 
PÊŞVEÇÛN TUNE YE, WINDAHÎ ZÊDE DIBIN
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku nekarî li derveyî sînor pêş bikeve, dest bi amadekariya pêleke din a êrişê kir. Di vê çarçoveyê de bi tevlibûna Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, Serokê Fermandariya Giştî Sererkan Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejahî Sererkan Mûsa Avsever, Fermandarê Hêzên Deryayî Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Hewayî Sererkan Hasan Kuçukakyuz di 21’ê çileyê de li Şirnexê civîneke awarte li dar xistin. Piştî civînê jî bi tevlibûna desthilatdariya AKP-MHP’ê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişeke nû dan destpêkirin. Di êrişa ku di 17’ê nîsanê de hate destpêkirin de leşker, cerdevan, hêzên Gulan, Zêrewan û çeteyên Roj ên girêdayî PDK’ê û gelek komên paramîlîter hatin bikaranîn. Tevî vê yekê jî nekarîn pêş bikevin û TSK’ê windahiyên mezin dan. 
 
SEMÎNERÊN MIRÛZ Û MOTÎVASYONÊ
 
Piştî çalakiyên endamên HPG’ê yên li dijî baregehên leşkerî û lojîstîkî yên Bamernî, Kanîmasî û Sirrê ku hêzên taybet ên TSK û PDK’ê pêkve bi kar di aniyan, Tirkiye neçar ma ku xwe ji gelek deveran vekişîne. Tirkiye ku tevî hemû êrişan jî nekarî pêş bikeve, planên nû xistin meriyetê. Di çarçoveya planê de jî generalên TSK’ê ji bo mirûzê leşker û hêzên paramîlîter ên beşdarî şer bûne xweş bikin, dest bi semînerên mirûz û motîvasyonê kirin. 
 
CIVÎNÊN AKAR ÊN ‘DERVEYÎ SÎNOR’
 
Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, beriya civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ku di 26’ê gulanê de hate kirin, di serdanên xwe yên li ser xeta sînor de bi Endamê Polîtbûroya PDK’ê Elî Ewnî, rayedarên payebilind ên hêzên taybet ên PDK’ê û endamên Parastinê re civîn li dar xistin. Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Ewnî, ji bo pêşîlêgirtina windahiyên leşkeran serî li gelek provakasyonan dide. 
 
TÎMA XENCERÊ Û LÎWA 4 DI DEWRÊ DE YE
 
Di civînan de biryar hat dayîn ku li baregehên leşkerî û qereqolên ku ji bo TSK’ê hatibûn avakirin lê hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê lê hatibûn bicihkirin êdî endamên Tîma Xencer û endamên Lîwa 4 ku di nava hêzên taybet ên PDK’ê de cih digirin bên bicihkirin. Endamên Tîma Xencerê di salên 1990’î de bi kiryarên xwe yên weke revandina mirovan, destdanîn, xesp, îşkence, êrişên zayendî û gelek sûcên din tên naskirin. Hat zanîn ku endamên vê tîmê di perwerdeyeke taybet re hatine derbaskirin û endamên Lîwa 4 jî ev demekî dirêje tên amadekirin. Tê gotin ku ev komên ku cil û bergên HPG’iyan li wan hatine kirin, kiryarên weke îşkence, derbkirin, revandin û hwd. li şêniyên başûrê Kurdistanê dikin, hewl didin xwe bigihînin tunelên şer, li ser rêgehên HPG’iyan mayinan deynin û li herêmê provakasyonan dikin.  
 
PLANA AKAR Û EWNÎ YA HEVPAR
 
Hat zanîn ku di nava van kesan de efserê Lîwa 4’ê Muhammed Fazil Mihemed, yek ji berpirsyarên Lîwa 4’ê û fermandarê qereqola Girê Xakê Heydan a li herêma Bêgovayê ku demek piştre ev qereqol radestî TSK’ê hatibû kirin Muqadim Hac, Zubeyîr Babat ku di nava Tîma Xencerê de hatiye bicihkirin, Mehmet Sabrî Benek (hêza esasî), Haci Benek (hêza esasî), Îhsan Kenanoglu, Edîp Babat, Suleyman Bîlen, Lokman Benek û leşkerên din ên bipere ku cil û bergên pêşmergeyan li xwe kirine, hene. 
 
Li gorî agahiyan, ev komên navborî di çarçoveya plana hevpar a Hulusî Akar û Elî Ewnî de bi taybet jî li herêmên Bêgova, Nêrwa û Zewtê bi navê hêzên taybet ên PDK’ê tevdigerin. 
 
EFSERÊ LÎWA 4’Ê BIRÎNDAR BÛ! 
 
Li hêla din, efserê Lîwa 4’ê Muhammed Fazil Mihemed di 25’ê gulanê de li herêma Gabrêkê ya li kêleka Baregeha Leşkerî ya Kanîmasiyê ya dewleta tirk birîndar bû û di êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bamernêyê de jî du efser hatin kuştin. Lê balkêşe ku ne çapemeniya PDK’ê û ne jî ya AKP’ê derheqê kuştina van kesan de tu agahî parve nekirin.
 
LINGÊ RAGIHANDINÊ YÊ ŞER
 
Hat zanîn ku Koordînatorê Xebatên Ewlekariyê ku ji hêla Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) ve hatiye peywirdarkirin Goktug Sonmez, xebatkarên çapemeniya PDK’ê Mamend Roje, Umran Keko û Rêbwar Kerîm her mehê bi awayekî rêk û pêk civînan li dar dixin, lingê çapemeniyê yê şer in û weşana çapemeniyê ya AKP-PDK’ê ew araste dikin. Di 25’ê gulanê de Tirkiyeyê bi SÎHA’yan li Bamernê êrişî sivîlan kir û 2 jê zarok bi giştî 3 sivîl qetil kirin. Berovajîkirina vê êrişê ya ji hêla çapemeniya PDK’ê ve jî yek ji mînakên herî şênber ên vê xebata wan bû. 
 
MA / Erdogan Altan