Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e

AGIRÎ - Çiyayê Agirî ango Araratê seranserî dîrokê ji bo kurdan bûye cihê jîn û berxwedanê. Rêwîtiya lûtkeya Araratê dike ku meriv cîhanek din bibîne. Di her gava rêwîtiya Araratê de mirov digihîje biliandahî û heybetiya wê. 

Ararat, Gilîdax, Masîs, Agirî… Her navek lê hatiye kirin heybetî û mezinahiya çiya vedibêje û bi meriv dide hizirkirin. Her stranek û destanek li ser Araratê ku hatiye gotin ewilî wek dilopê diniqûte guhê mirov û paşê nava hinavê mirov ve xwe berdide. Heke Ararat ji bo ermenên ku hatin koçberkirin cihê bêrîkirinê be, ji bo kurdan jî warê stargeh û berxwedanê ye. Ararat ji bo berxwedanek herî mezin a kurdan malovaniyê kiriye. Dema berxwedan ango serhildana kurdan li vir ji aliyê desthilatdaran ve hat têkibirin, ev der wek cihê têkoşîna hebûna gelekî hat nîşandan. Sal û zeman guherîn û roj vegeriyan lê belê ne berxwedana kurdan ne jî têkoşîna Gilîdaxê guherî. Her tim ji bo kurdan bû cihê malovaniyê. Ciwanên kurdan îro navê xwe ji heybetiya vî çiyayê bilind digirin. Wek Masîs, Ararat, Agirî… 
JI SIYA ARARATÊ BER BI LÛTKEYÊ VE 
 
Ez wek jinek ji Bazîdê li ber siya vî çiyayî mezin bûm. Her tim min dixwest derkevim lûtkeya Araratê lê belê wêrekiya min kêm bû. Zarokatiya min ji şarê li qûntara Araratê Bazîdê derbas bû. Min li girê ber mala me dema her li Araratê temaşe dikir wisa min kûrahiyek wê kifş dikir, min dixwest derkevim ser wir û ji nêz ve lê binêrim. Her wek ku min Araratê hembêz dikir. Min vê carê bi daxwaza malbata xwe biryar da ku ber bi lûtkeya Araratê ve bikişim. Dema me dest bi rêwitiya ber bi lûtkeyê ve kir, wek ku stranên dengbêjan, dengê çîrokên pîrika min ku derbarê wê raperînê de digot tevahiya rêwîtiyê di guhê min de olan dida. 
 
MEŞ DEST PÊ DIKE 
 
Bi rojan bêsebir li benda çûna ber bi Araratê ve sekinim. Pişt re em bi rêberiya Mustafa Bîngol li gel komek frensî rêwîtiya me dest pê kir. Em li ber hotêlê li otobusê siwar bûn heta cihê ku em ê dest bi meşê bikin çûn. Wesayît li gundê Çarmê yê li qûntara çiya sekinin û me kelûpelên xwe danî û kelûpelên me bi hespan hata nokteyek hatin veguheztin. Me barê xwe da pitşa xwe kir û me hêdî hêdî dest bi rêwîtiyê kir. Em bi bêhnevdanê rêwîtiya xwe didomînin. Carna em tiştekî dixwin û dîsa dest bi rêwîtiyê dikin. 
 
 
VEXWARINA AVÊ 
 
Her çiqas hewa hênik be jî lê tava Serhedê ku meriv dişewitîne, bixwazî nexwazî te tî dike. Ez jî pir avê vedixwim. Her ku em ber bi lûtkeyê ve derdikevin, nefesa min diçike. Rêberê me hişyarî dide min û dibêje, “Çiyager ewqas avê venaxwin. Her ku mîdeya te tije bibe, dê diyaframa te tengav bike.” Rêwîtiya me ya roja ewil em bi qasî 3 hezar û 200 metre meşiyan. Li esman teyr difirin û baskê wan velizandî bala min dikişîne.  
 
ÇIYA Û MIROV DIBIN YEK 
 
Tirsa min hêdî hêdî dişikê. Ji bilî hinek westandinê tu pirsgirêka min tune ye. Her ku tu ber bi çiyayekî ve derdikevî neçarî xwe li gorî şert û mercên wî çiyayê amade bikî. Divê tu û çiya bibin yek. Divê di nava demê de xwe wek parçeyek wî qebûl bikî. Berevajî vê beden û ruhê we ne li gorî çiyayekî be çiya mirov qebûl nake. Çimkî bedena te demildest reaksiyon nîşan dide û mirov neçar dimîne paşve bizivire. Her ku mirov ber bi lûtkeyê ve derdikeve fişar zêde dibe û oksîjen kêm dibe. Heke bedena mirov jî hînî viya nebûbe û nexweşînên meriv hebe dibe sedema ku serê mirov gêj dibe, dilê meriv lê dide, mirov nikare zêde nefesê bide û bistîne û serê mirov pir diêşe û mîdeya mirov li hev dikeve. Ji bo vê yekê jî divê mîdeya mirov pir rehet be û heke di warê tenduristiyê de gilî û gazinên mirov hebe lazim e tu vegerî. 
 
 
QADA KAMPÊ 
 
Di demên berê de gundiyan mehên havînê li navsera çiya wek zozanan bikar dianîn. Lê niha ew der bûne qadên kampên mezin. Niha jî hin koçer mehên havînê li navsera çiya koçeriyê dikin. 
 
Em bêhna xwe vedidin û sohbetek li gel çayê û fêkiyan derbas dikin. Em konên xwe vedidin û li aliyekî jî ez ji xwe re li vedana konan temaşe dikim. Ararat çiyayek bêdar e û mîna ku hê nû bihar hatiye her dever keskayî ye. Di nav kevir û tatên mezin de kulîlk bejn avêtine û xemla xwe nîşan didin. Mirov heta 4 hezar metreyan dikare van kulîlkan ango dîmenê biharê bibîne jê şûn ve êdî dîmenên biharê ne pêkane tu bibînî. Her ku mirov bi Araratê ve hildikişe deriyên bihûştê li te vedibin. Her ku tu serê xwe radikî, her cihek xweşikiyek tê ber çavê te. 
 
DENGÊ STRANAN OLAN DIDE 
 
Êvarê saet li heftan xwar amade dibe û em di bin kon de dicivin. Koma me bi prianî stranan dibêjin. Piştî şîvê denge stranan olan da û rêberê me bi dengê xwe yê xweş diqîre. 
Ro diçe ava û li dû xwe dîmenên xweşik dihêle. Hingê bajêr dûr xuya dike, hema mirov roniyan difesilîne. Şev ber bi derengiyê ve diçe, bêdengî çêdibe û her kes dest bi xewê dike ku ji bo roja din amade be. Wisa sar e ne mimkin e mirov li derve bimîne. Heke tilimên razanê nebin, ne mimkin e mirov di bin kon de jî rakeve. 
 
 
SERANSERÎ ŞEVÊ ÎHA KIFŞÊ DIKIN 
 
Seranserî şeve kuçikê kampê Deqê nobeda me digire. Her wiha denge maşîneyên hewayî yên bêmirov (ÎHA) tê û kifşê dikin. Ji koma me gelek kes hem ji ber deng û hem jî ji ber ku cihê wan guheriye raneketin. 
 
Li me bû sibeh. Me taştêya xwe xwar. Me dîsa ber bi lûtkeyê ve dest bi rêwîtiyê kir. Di rêwîtiyê de tu bi gelek mirov û komên çiyager re rastî hev têyî. Hin kes ji lûtkeyê dizivirin hin kes jî derdikevin lûtkeyê. Vê carê em di şiverêyên bi kevir de hildikişin. Ji roja ewil hin rêyek bêtir dîk û zehmet derdikeve pêşiya me. Em bi baldarî dimeşin. 
 
KAMPA TOZÊ 
 
 
Em bêhnevedana xwe li ‘Kampa Tozê” didin û ev der dişibe terasek temaşekirinê. Piştî navberekê û hin tiştên me xwar dîsa em rabûn ser pêya û em bi rê ketin. Di rêwîtiyê de em çiyagerên cilên wan rengûreng in dibînin. Ev dîmen hin bêtir efsûnyek dide min. 
 
Dîsa li me bû şev û şeva me wek şevên din rûtîn derbas dibe. Dîsa xwarin û şevbihêrk… 
 
ÎHA Û SÎXÛRTΠ
 
Min ÎHA’yan ji wan xebatkarên konan vedidin û rêberiyê dikin pirsî. Dibêjin, ‘Dema îxbaran distînin, qet denge wan ji vir kêm nabe. Li ser pereyan li vî çiyayî sîxûriyê li pêş xistin. Lewma gerîla jî qet li vî çiyayî xuya nakin.’ 
 
BAYÊ SAR TÊ
 
Li çiya rêwîstiya me di roja sêyemîn de berdewam dike. Dîsa em bi baldarî dimeşin ku tiştek ji me nebe. Hewa li gorî jêê hin bêtir hişk e û bayek sar tê. Li kampê Çiyayê Biçûk ê Agirî jî xuya dike. Gelek destan li ser vî çiyayî hatine gotin. Ewr li ser Araratê biçûk kom bûne û ba vî ewrî ber bi lûtkeya Araratê ve dibe. 
 
BO LÛTKEYÊ AMADEKARΠ
 
Ji bo ku em ê bigihîjin lûtkeyê êvarê şîv zû amade dibe. Em cilên xwe ku li lûtkeyê li xwe bikin amade dikin. Rêberê me pêlavên me li gorî cemeda lûtkeyê amade dike. Piştî em çend saetan raketin, nîvê şeve em rabûn û li hev kombûn da ku em dîsa bimeşin. Me xûrîniya xwe kir û me dest bi rêwîtiya lûtkeyê kir. 
 
CIHÊ KU ERD Û ESMAN DIGIHÎJE HEV 
 
Şev e û tarî ye, em derketin rê, ji gundên rojhilatê Kurdistanê ronî xuya dikin û stêrk li deryaya esman a tarî dibin mêvanê rêwîtiya me. Her ku em derdikevin jorê hem xwarê hem jî jorê mîna cihek bêdawî xuya dike. Tam jî ev bêdawîbûn di nokteya em tê de dimeşin mîna ku erd û esman digihîje hev xuya dike. 
 
HILATINA ROJÊ Û SIYA ARARATÊ 
 
 
Her ku em dimeşin lûtke jî êdî hêdî hêdî nêzîk dibe. Rê ango şiverê hin bêtir teng û zehmet dibe. Em carna bêhna xwe vedidin. Her ku em ber bi lûtkeyê ve diçin hêdî hêdî roj jî hiltê. Li pişt Araratê tav ango ro bi hemû xweşikiya xwe hiltê. Her ku tav hiltê siya Araratê digire ser deşta Bazîdê. Her kesî telefona xwe kiriye destê xwe û dîmenên xweşikiya hilatina rojê digire. 
 
Em her her ku derketin jorê hewa sartir dibe û me cilên xwe yên zivistanê li xwe kiriye. Her ku fişar zêde dibe, leza me jî kêm dibe. Berfa li nîvê çiya ber bi lûtkeyê ve zêdetir dibe. Fişara hewayê bandorê li ser min dike, serê dest bi êşanê dike û mîdeya min li hev dikeve. Min hîs kir ku êdî taqeta min nemaye. Ez bi pêşniyaza rêberê me li dawiya komê dimînim û hêdî hêdî dimeşim. Her koma ku digihîje lûtkeyê qêrîna wan kêfxweşiyê bilind dibe û wêneyan digirin. Dema ez gihîştim lûtkeyê min ewilî bêhna xwe da. Pişt re rêber hat ba min û min nokteya herî dawî ya lûtkeyê û wêneyê min digire. 
 
TEMAŞEYA LI BÊDAWÎBÛNÊ 
 
Ez li ser vê lûtkeyê li aliyekî ji xwe re li Bazîda ku ez lê mezin bûme dinerim û li aliyekî jî li bêdawîbûnê dinerim. Ez di nava wê kêfxweşiyê de me ku ew xeyalên min biçûkatiyê ku min digot qey ez Araratê hembêz dikim dihat bîra min û vaye ez û Araratê hev hembêz dikin. Ez bi çavê serê xwe dibinim ku ev çiya çiqas mezin û bi heybet in. Piştî me têra dilê xwe kêfxweşiya li lûtkeyê dît, em hêdî hêdî dadikevin jêrê. Em hem ji ber fişara hewayê û hem jî ji ber kêfxweşiyê mest bûne. 
 
CIHÊ KÊFXWEŞIYÊ 
 
Dema em bi çiya ve berjêr dibûn me navberên biçûk dida û tevahiya rojê berjêr dibûn. Êvarê saet li derdora heftan em bihîştin Bazîdê. Rêwîtiya me çar rojan berdewam kir. Her çiqas betilandî ango westandî derbas bû jî derketina lûtkeya Araratê hêjayî dîtinê ye. Ev derketina ber bi lûtkeya Araratê ve ji bo min bû azmûnek mezin û cihê kêfxweşiyê. 
 
MA / Dîcle Muftuoglû