Abdullah Ocalan: Bi saxmayîna min re komplo pûç bû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derxistina xwe ya ji Sûriyeyê û anîna Îmraliyê weke “Komploya Sedsala 21’emîn” pênase dike û dibêje ku bi saxmayîna wî re komplo pêç bûye. 
 
Bi ser komploya navneteweyî ya 9’ê cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal derbas bûn ku bi koordînatoriya DYA’yê û bi hevkariya hêzên kurewî hatibû kirin. Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ku weke “mezintirîn operasyona NATO’yê” pênase dike hate revandin û di 15’ê Sibata sala 1999’an de anîn Tirkiyeyê. Ev 24 sal in jî li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin. Abdullah Ocalan dibêje ku DYA’ê bi vê komployê hewl da Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) têxin meriyetê û di heman demê de komployê weke destpêka Şerê Sêyemîn ê Cîhanê dinirxîne. 
 
Abdullah Ocalan ku dibêje; “Ez ne girtiyê Tirkiyeyê lê girtiyê komployê me”, di hevdîtên parêzerên xwe re yên di navbera salên 1999 û 2011’an de piştperdeya komployê vedikole û balê dikişîne ser armancên wê. Di hevdîtinan de Ocalan ji bo derxistina xwe ya ji Sûriyeyê vê tespîtê dike: “Komploya sedsala 21’emîn e. Ev komplo li Îmraliyê tê lîstin.” 
 
TEŞHÎRKIRINA KOMPLOYÊ 
 
Di hevdîtina 2’yê îlona sala 1999’an a bi parêzerên xwe re de Abdullah Ocalan dibêje ku li aliyekê komploya navneteweyî şexsê wî û li aliyê din jî Tirkiye heye û vê nirxandinê dike: “Ez û Tirkiye bi hev re xistin hundir. Saxmayîna min, ji bo teşhîrkirina vê komployê ye. Tesfiyekirina min jî girêdana xwe bi vê komployê re heye. Bi ser neketina komployê, dê bi kêrî welêt bê. Ev pozîsyona min dîrokî ye, sazûmaniyeke siyasî ye. Rewşên wiha yên rêbertiyê di her civakekê de tenê carekê tên dîtin. Cara duyemîn dernakevin. Lê belê di goristanê de jî bî, ev rewş didome. Rolên wiha yên dîrokî yên rêbertiyê, di hemû civakan de hene.  Weke qanûnên civakî ne.” 
 
KOMPLOYA SEDSALA 21’EMÎN
 
Abdullah Ocalan, dibêje ku bi anîna wî ya li Girava Îmraliyê re li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû destpêkiriye û di hevdîtina bi parêzeran a 15’ê mijdara 2000’an de tespîta “komploya sedsala 21’emîn” dike. 
 
‘ŞANO LI ÎMRALIYÊ HAT LÎSTIN’
 
Abdullah Ocalan ku dibêje “Ez ne girtiyê Tirkiyeyê lê girtiyê komployê me”, di hevdîtina 16’ê gulana 2001’an a bi parêzerên xwe re de de ev tişt anîbûn ziman: “Em ê ji Ewropayê re bibêjin; ‘Te ne hiqûq lê komkujî û komploya du sed salan li me ferz kir.’ Şahidên me hene. Yên ku balafir dibirin û di anîn, kesên li eywana VIP’ê derbas kirin tên veşartin. Vedişêrin bê ka ez ji Îtalyayê çawa hatim derxistin û Almanyayê çi kir ku nekevim welatê wan. Hewl didin min mehkûmî Tirkiyeyê bikin. Nexêr, hêza herî mezin a ku divê mehkûmkirin, Ewropa ye. Min ji vê re gotibû şano. Senaryoya wê kesekê din, li Îmraliyê hat lîstin. Ev lîstik neçare ku xerab bibe.” 
 
‘BI SAXMAYÎNA MIN RE KOMPLO PÛÇ BÛ’
 
Abdullah Ocalan ku tespîta “Bi komployê re xwestin PKK û kurdan tune bikin” dike, di 4’ê tîrmeha 2001’an di hevdîtina bi parêzerên xwe re de wiha dibêje: “Komplo, li ser esasê kuştina min hatibû plankirin. Lê belê ez sax mam û komplo pûç bû. Aliyên komployê yên navneteweyî hene. Divê rola DYA û Ingilistanê bê fêmkirin. Mîlosevîç dibêje; ‘Tiştên li Yugoslavyayê, plana inglîzan bû.’ Vê baş temaşe bikin, gelek aliyên wê dişibin min. Bal li dîrokê vekolin. Lê belê em ê bi tu awayî dev ji rûmeta mirovahiyê bernedin. Bêguman em ê şerê xwe yê nasnameyê heta dawiyê bidomînin.” 
 
‘HEWLDANÊN LI DIJÎ KOMPLOYÊ NAYÊN FÊMKIRIN’
 
Di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di 27’ê sibata 2002’yan de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rexneya “Hewldanên min ên ji bo pûçkirina komployê baş nayên fêmkirin” dike û wiha didomîne: “Heke komplo wekî ku dihat xwestin pêk bihata, ev yek dê bihata wateya ku Anatoliya di nava xwînê de bimîne. Kesek hisra xwe li ser vê nake. Ji hêla siyasetê ve mîdeyê wan hatiye girêdan. Koma Çîller, komeke çete ye. Ya ku hebûna min parastî, rawestandina vê harbûnê bû. Nîqaşkirina mijara îdamê ya li ser min, lîstikeke siyasî ye. Di pêvajoya komployê de DYA û Yewnanistanê digot; ‘Bila bi hev bikevin, hev qetil bikin.’ Vaye nêzikatiya Çîller a niha, berdewamiya vê lîstikê ye. Gelo ma em bi vê lîstikê bixapin û dev ji rûmet û azadiya xwe berdin? Ji bo ku van lîstik pûç bibin, dê di demokrasiya de israr bikin. Ji bilî vê tu rêyeke din nîne. Ev pirsgirêk an dê bi şer re kûrtir bibe yan jî dê çareseriya aştiyane û demokratîk pêş bikeve.” 
 
MA / Ozgur Paksoy