MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînbûn ku MÎT, li Dîlokê bi Artêşa Sûriyeya Azad û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye. Di civînan de radestkirina Efrînê û derdora wê hatiye nîqaşkirin ku wê bidin HTŞ'ê.  
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hat diyarkirin ku di ber van êrişan re MÎT'ê jî bi komên girêdayî xwe re civîn çêkirine. Endamên MÎT'ê di 2'yê mijdarê de li Dîlokê bi Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û bi dû re jî li Atmê bi endamên Heyet Tahrîr el Şamê re civiyane.
 
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatine wergirtin, piştî civîna li Dîlokê ya di 2'yê mijdarê de ku rêvebirên ASA'yê re hatiye kirin, şandeyek jî li bajaroka Atmê ya Idlibê El Colanî jî di nav de bi hin endamên HTŞ'ê re civîneke veşarî kiriye.
 
Hat hînkirin ku di vê civînê de, biryar hatiye girtin ku HTŞ li navenda Efrînê û derdora wê bimîne. Her wiha hat destnîşankirin ku çeteyên HTŞ'ê dê ne bi nasnameyên xwe û unîformayên xwe yên leşkerî, dê bi unîformayên koma Ahrar El Şamê hereket bikin. Ji xeynî vê hat diyarkirin ku MÎT'ê ferman daye ku HTŞ li navenda Efrînê komîteyeke leşkerî û ji Efrînê heya Kevir Cennê jî noqteyên leşkerî ava bike.
 
MÎT ku di civînan de hewl daye peymanên bi Rûsyayê re kiriye bi HTŞ'yê bide qebûlkirin, xwestiye kontrola rojavayê rêya M4'ê ji rehên rejîmê û rûsan re bê hiştin. Bi beranberiya vê jî destûr hatiye dayîn ku Heyet Tahîr el Şam tevahiya Efrînê û bejahiya wê têxe bin kontrola xwe.
 
TIRKIYE ZOR DAYE ASA'YÊ
 
Hat hînkirin ku civîna li Dîlokê 40 deqe dewam kiriye. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên li herêmê hatine wergirtin di civîna li Dîlokê de MÎT'ê di gelek waran de ASA'yê qaneh nekiriye. Hat ragihandin ku elemanên MÎT'ê ji bo HTŞ li Efrînê û bejahiya wê bimîne û vê yekê rewa bike zor daye ASA'yê, lê bêyî ku encamek bê bidestxistin her du alî ji ser maseya civînê rabûne.  
 
Berpirsê koma Siltan Mûrad Fehîm Îsa, berpirsê koma El-Emşatê (Silêman Şah) Mihemed Elî Casim Ebû Emşe, Şêx Ebûbekîr û Husêm Yasîn tevlî civînê bûne.
 
Ger em biryarên ku îhtimala wan a ji aliyê komên ASA'yê ve bên qebûlkirin qels e bidin dû hev du,dê bi vî rengî bin:
 
*Dê hemû ode û saziyên operasyona leşkerî yên sûdê komên paramîlîter bên girtin. 
 
*Dê hemû komek bin sîwaneke leşkerî de kom bibin. 
 
*Dê kontrola nuqteyên leşkerî yên li navenda Efrînê, dewrî komên polîsan ên qaşo sivîl bên kirin. 
 
*Peywira encumena îslamî dê tenê fetwaya şerîetê be û pevçûnên di navbera koman de rû bidin dê ji aliyê dadgehên leşkerî ve bên lêpirsînkirin.
 
*Dê wesiyeta HTŞ'ê ya li Efrînê û derdora wê wekî xwe bimîne. 
 
*Di civînê de MÎT'ê gef li 3.Feylaq û Eniya El Şamiyeyê xwarin ku tu raporan ji Amerîka û Rûsyayê re neşînin û hat diyarkirin ku ger rapor bên şandin dê kesên şandine bên cezakirin. 
 
Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketine, piştî van civînan li El Bab, Mafê û Efrînê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ne, çete li dijî dewleta tirk dest bi protestoyên kirine. 
 
Zeynep Boran-Rojnamevan