Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir

img
STENBOL - Rêvebira Xebatên Qada Civakî ya Weqfa Mor Çatiyê Bîrgul Karakaş diyar kir ku bi saya têkoşîna jinan, tundiya zilaman a di nava civakê de êdî ji mijarên “li ser nayê axaftin” derketiye û wiha got: “Lê belê ji ber ku dewlet berpirsyariyên xwe bicih nayîne, di roja me de bi awayên cuda zêdetir dibe. Têkoşîna jinan, hem jin û hem jî tundî berbiçav kir.” 
 
Di roja me de jin, li seranserî cîhanê di her qadên jiyanê de, li malê, li cihê kar û qadên cemaweriyê rastî her şêweyên tundiyê tên ku ji nasnameya xwe dûr dixînin. Di şerê ji hêla modernîteya kapîtalîst ve tên derxistin de jin û zarok rastî destdirêjiyê tên, tên qetilkirin an jî dikin kirdeya “bazirganiya fifotina mirovan.” Jinên ku li dijî vê rewşê dest bi têkoşîna nasnameyê kirin, sînorên ku ji hêla aqilê mêr-dewletê ve hatine xêzkirin hildiweşînin û li dijî pergala mêrserdest serî hil didin. Di sedsala 21’emîn de êrişên li dijî jinan û berxwedana jinan a li dijî vê tundiyê bi hev re domiyan û jin her roj li dijî êrişan, polîtîkayên nû pêş dixin. Bi saya têkoşîna tê dayîn, jinan gelek destkeftî bidest xistin û ji bo paratina van destkeftiyan û bidestxistina tevahiya mafên xwe, roj bi roj têkoşîna xwe mezintir dikin. Her çend ku erdnîgarî ji hev cuda bin jî, li tevahiya cîhanê navê esasî yê pirsgirêkên ku jin dijîn weke “tundî” derdikeve pêşiya me. Ji bo dîtina pêşketina tundiyê ku mêr ji bo avakirina tehekûma xwe ya li ser jinê weke amûrekî bi kar tîne, divê mirov li pêvajoya dîrokî ya jinan binihêre. 
 
Di civaka xwezayî de ku li dora jinê teşe girtibû, jin weke “zanyara civakê” dihat pênasekirin. Mêr jî, ji ber taybetiyên xwe yên fîzîkî berê xwe da nêçîrvanî û “Parastvaniyê” û bi vê yekê re xetereyên li ser jinan jî dest pê kirin. Avadaniya “Civaka baviksalar” ku di encama serdestiya zilam a li ser jinê hat avakirin, di her sedsalê de li dijî jinan “şêwazên tundiyê” yên nû li ser vê civakê ava kirin. Bi derketina pergalên dewletê re jî cureyên tundiyê zêdetir bûn û heta roja me jî weke amûreke gefê ya li dijî jinan berdewam kir. Di tevahiya dîrokê de gelemperî dema qala “tundiya mêr” tê kirin, ji ewil tundiya fîzîkî û weke berdewamiya wê jî tundiya zayendî tê bîra her kesî lê belê di nava demê de tundiya psîkolojîk û aborî jî lê hat zêdekirin. 
 
DI NAVA 14 SALAN DE 4 HEZAR JIN HATIN QETILKIRIN
 
Dema em li êrişên ser jinan û binpêkirinên mafên wan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê dinihêrin, dibînin ku ji sedem û encamên li seranserî cîhanê cudatir nînin. 
 
Li Tirkiyeyê her roj herî kêm 4 jin tên qetilkirin û bi tu awayî rê li ber tundiya ser jinan nayê girtin. Tevî vê yekê jî hêjta banqeya daneyan a fermî nehatiye avakirin. Rayedarên dewletê îdia dikin ku cînayetên jinan kêm bûne lê li gorî daneyên Platforma Em ê Pêşî li ber Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP), ji sala 2008’an heta mijdara sala 2022’yan li Tirkiyeyê 4 hezar û 131 jin hatine qetilkirin. 
 
Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çatiyê di sala 1990’an de ji bo têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiya li ser jinan, ji bo avakirina şert û mercên wekhev ên jin û mêran, ji bo avakirina jiyaneke dûrî tundiya mêr, jiyaneke bêyî cihêkarî û li ser bingeha zayenda civakî, hat avakirin. Rêvebira Xebatên Qada Civakî ya Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çatiyê Bîrgul Karakaş, têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî, tundî, sedem û encamên tundiyê bi ajansa me re axivî. 
 
SERLÊDANÊN JI BER TUNDIYÊ
 
Karakaş, ji ewil derheqê serlêdanên ji bo Mor Çatiyê de agahî dan û wiha got: “Ev daneye her sal diguherin. Em jî têkildarî vê mijarê daneyên salane diweşînin. Di nava salekê de zêdetirî 1000 serlêdan hatin kirin. Ev tenê daneyên hatine diyarkirin in.” 
 
ÊDÎ JI MIJARA ‘NAYÊ AXAFTIN’ DERKET 
 
Bi domdarî Karakaş diyar kir ku tundiya zilam li her qada jiyanê ya jinan de heye lê belê bi saya têkoşîna jinan, êdî di vê mijarê de sergehiştinek çêbûye û wiha domand: “Tundiya mêr heta niha nedihat axaftin lê belê bi saya têkoşîna jinan, bû mijareke ku êdî li ser tê axaftin. Jinan, li dijî tundiyê helwestek pêş xist.” 
 
JIN NIKARIN TUNDIYÊ PÊNASE BIKIN
 
Karakaş, diyar kir ku cureyên tundiyê yên weke fîzîkî, aborî, psîkolojîk, zayendî û bi pêşketina teknolojiyê re jî li ser medyaya dijîtal cureyên tundiyê yên cuda tên kirin lê belê tenê weke “tundiya fîzîkî” tê pênasekirin û ev tişt anî ziman: “Her ku em li ser telefonê bi jinên raste rast tundiya fîzîkî lê hatiye kirin re diaxivin, dibînin ku cureyên din ên tundiyê jî derketine holê. Dema jin nikarin tundiyê pênase bikin jî dibêjin; ‘ez rastî tundiyê nehatime.’ Lê dema ku em axaftina bi wan re didomînin, dibînin ku tundiya psîkolojîk û cureyên din weke tundiyê pênase nake. Sedema pênasenekirina tundiyê jî ew e ku em di mijarên polîtîkayên civakî de nehatine agahdarkirin.  Bi saya têkoşîna rêxistinên jinan, di salên dawî de tundî berbiçavtir bûye û haya gelek jinan ji cureyên din ên tundiyê bû.” 
 
KÎJAN CUREYÊN TUNDIYÊ HENE?
 
Di berdewamê de Karakaş destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan di her civakê de, di her çand û di astên perwerdeyê de heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevahiya jinan di demekî jiyana xwe de teqez rastî tundiyê tên. Dema li cureyên tundiyê yên weke psîkolojîk, hestiyarî, zayendî, devkî, aborî û hwd. ku zêde nayên vegotin tê nihêrtin, wê demê em dibînin bê ka asta tundiyê çiqas zêde ye. Tundiya psîkolojîk,  zêdetir ew e ku kesek bi gotinên xwe kesê li hemberî xwe bişikîne, ji bo tişta dixwaze bide kirin gefê lê bixwe, kesê li hemberî xwe biçûk bixe, bide şermê û baweriya wî/wê ya bi xwe kêm bike. Tundiya aborî ew e ku zilam ji hêla aboriyê ve jinê neçarî xwe bike, bi bikaranîna hêza aboriyê re zextê li ser jinê bike. Her wiha yek ji cureyên tundiyê jî di dema zewacê de derdikeve holê ku gelemperî li ser nayê axaftin. Anku yek ji şêweyên tundiyê ya zayendî û destdirêjiyê ye. Mirov dikare cureyên tundiyê yên di dema pêvajoya flortê de tên kirin jî li ser zêde bike. Li vir jî liv û tevgerên bisînorkirinê hene, hesûdî û tundiya psîkolojîk heye. Divê mirov balê bikişîne ser Gaslighting ku di demên dawî de derketiye ku ev jî cureyekê tundiyê yê di dema pêvajoya flortê de ye.  Gaslighting ew e ku dema kesekê di dema têkiliyê de ji kesê li hemberî xwe bawer kir, demekî piştre de di carekî de rewşa tunebûnê îfade dike. Heta demekî nedanîna pêwendiyê jî di esasê xwe de cureyekî tundiyê ye. Dike ku kes ji hafize, fêm kirin û tenduristiya xwe ya aqil gumanan bike û ber bi nebaşiyê ve araste dike. Mirov dikare hem tundiya psîkolojîk û hem jî ya hestiyarî bi hev binirxîne.” 
 
SEDEMÊN TUNDIYÊ 
 
Bi domdarî Karakaş bal kişand ser sedemên tundiya li dijî jinan û ev nirxandin kir: “Sedemên weke ji bo zextê li jinan bikin, wan birêve bibin û tişta ku dixwazin pê bidin kirin ên tundiya zilaman ên li ser jinan hene. Her çend ku di nava civakê de tundiya fîzîkî bêhtir xuya bike jî, gelek cureyên wê yên cuda hene. Em qala tundiya li dijî bitûniya fîzîkî ya kesan dikin. Tundiya psîkolojîk; rêbazekî tundiyê ye ku ji bo îzolekirina jinan ji hêla hestan ve û bike ku ji qada civakî xwe paşve bide tê kirin. Armanca tevan jî ew e ku zextê li ser jinan bikin, birêve bibin û bêîrade bikin. Em vê rewşê jî weke tundî pênase dikin.” 
 
NEWEKHEVIYA ZAYENDA CIVAKÎ
 
Karakaş, got ku civaka baviksalar û newekheviya zayenda civakî dibe sedem ku tundiya zilaman a li ser jinan bidome û wiha pê de çû: “Yek ji çavkaniyên bingehîn ên newekheviya zayendan jî mekanîzmayên civakî û polîtîkayên civakî ne. Zilam, tundiya li dijî jinê weke mafê xwe dibîne û sedema vê jî rolên bo zayendan hatine destnîşankirin e. Di bûyerên tundiya li dijî jinê de rewşa pîrozkirina zilaman a ji ber vê tundiyê û necezakirina wan, dike ku zilam tundiyê weke amûrekî bi kar bîne. Li gel ku tundiya li dijî jinan zêde dibe, li şûna ku li dijî wê têbikoşin, polîtîkayên ku bêhtir malbatê diparêzin pêş dixin. Mîna berê, niha jî li ser têgehên malbat û namûsê ku jinan weke milkê zilam dibîne, weke ku dema zext li jinê hat kirin nirxê zilam zêdetir dibe pêş dixin. Polîtîkayên ku malbatê esas digirin, dikin ku jin di nava malê de bimîne, xwe bi temamî ji qadê vekişînin û bikevin nava helwesta parastina malbatê. Ev yek jî dike ku jin xwe ji gelek qadên lê heye vekişîne û li qadên ku dikare lê hebe jî dûr bixîne.” 
 
SEDEMÊN KU HIŞMENDIYA CIVAKÊ XWEYÎ DIKIN
 
Karakaş, bi lêv kir ku gelek sedemên ku tundiya li ser jinê û newekheviya zayenda civakî xweyî dikin hene û ev sedem wiha rêz kir: “Heke em tiştên ku hişê civakê diyar dikin binêrin; mirov dikare bibêje medya, sererastkirinên hiqûqî û gotinên siyasî ne. Pratîkên bi vî rengî, di heman demê de teşe didin hişê civakê. Ji ber vê sedemê jî weke civakê em bi nûnerekî re dîsa dikevin rewşa hilberandina heman tiştî. Ji ber vê sedemê jî em qala tundiya li ser jinê dikin û weke hêmayeke bingehîn a ku divê em li dijî wê têbikoşin li pêşiya me disekine.” 
 
ASTA TÊKOŞÎNÊ YA NIHA
 
Di berdewamê de Karakaş destnîşan kir ku têkoşîna domdirêj a jinan kir ku gelek rêxistinên jinan bên ba hev û wiha got: “Vê jî piştevaniyeke mezin birêxistin kir. Dema em li sedemên destkeftiyên jinan ên heta niha dinihêrin, dibînin ku encama têkoşîna mezin a jinan e. Gelek mafên ku heta demekî kin berê jî nehatibûn bidestxistin, bi saya vê têkoşînê hatin bidestxistin. Yek ji van destkeftiyan jî Peymana Stenbolê û qanûna 6284’an bû. Di wê baweriyê de me ku heke ev bikevin meriyetê, dê di mijara pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinê de gelek pirsgirêk bên çareserkirin. Di demekî ku me digot dê têkildarî van sepanan de sererastkirin bên kirin, di carekî de gotin; ‘em xwe ji Peymana Stenbolê vedikişînin.’ Em ê destûrê nedin ku destkeftiyên jinan bên tunekirin. Weke jin, daxwaza me ew e ku dewlet li berpirsyariya xwe rabe û di têkoşîna li dijî tundiya mêr de mekanîzmayan ava bike û pêş bixe.” 
 
BERPIRSYARTIYÊN ŞAREDARIYAN 
 
Bi domdarî Karakaş, daxuyand ku li gel ku tundiya li dijî jinan zêde dibe jî, hewldanên ji bo tunekirina mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya ser jinan hene û wiha derbirî: “Rakirina Peymana Stenbolê ku di mijara pêşîlêgirtina tundiya ser jinê de xwedî roleke girîng bû û bicihneanîna qanûnên heyî, dike ku tundiya li ser jinan zêdetir bibe. Her wiha mekanîzmayên dewletê neçarin ku daneyên tundiya li dijî jinan berhev bike lê belê vê peywira xwe pêk nayîne û ev jî nîşan dide ku pirsgirêkeke mezin heye. Ne dewlet û ne jî şaredarî, di mijara tundiya li dijî jinê de berpirsyartiyên xwe baş bi cih nayînin. Li navçeyên ku nifûsa wan 100 hezaran derbas dikin de neçarin ku stargehan ava bikin. Lê şaredarî li gorî vê qanûnê tevnagerin û dewlet jî vê qanûnê naşopîne.” 
 
'GOTINA JINAN’
 
Karakaş, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji şertên Peymana Stenbolê ew bû ku di serî de tundiya zayendî, ji bo jinên rastî her cureyên tundiyê hatin navend bên avakirin. Lê belê em dibînin ku ev yek jî nexistine meriyetê. Divê polîs, cendirme û tevahiya xebatkarên cemaweriyê perwerdeyên zayenda civakî bibînin. Jinên rastî tundiyê hatin divê bi kê re peywendiyan daynin, divê di vê mijarê de bên agahdarkirin. Her wiha divê alîkariya edlî û alîkariyên din bidin jinên rastî tundiyê hatin lê li gorî vê tevnagerin. Heke mijara behsa xeberê têkoşîna li dijî tundiya zilam a li dijî jinê be, divê dewlet bi rêxistinên jinan re bê ba hev û neçare ku li gotinên wan guhdar be. Ji ber ku gotinên rêxistinên jinan, gotinên jinan e.”
 
MA / Esra Solîn Dal