‘Jin çareseriyê di paradîgmaya Abdullah Ocalan de dibînin’

 
ÎZMÎR - Endama NADA’yê Sewsen Mehmûd têkildarî têkoşîna jinan wiha got: "Sedsala 21'emîn di pêşengiya jinên Rojhilata Navîn de tê birêxistinkirin. Di encama nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser jinan de, bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ şoreş hat destpêkirin. Ez dikarim bi dilgermî bêjim ku jinên cîhanê çareseriyê di paradîgmaya jinê ya Abdullah Ocalan de dibînin.” 
 
Li Rojhilata Navîn ku kevneşopiyên di bin navê şer, xizanî û olê de tên ferzkirin û serdestin, êdî ev hevsengî diguherin. Jin ji Rojava heta Efxanistanê, ji Îranê heta Misrê, ji Iraqê heta Tûnûsê, ji Filistînê heta Tirkiyeyê bi têkoşîna xwe ya li dijî serdestiya zilaman didomînin û di nava hewldana guhertina zîhniyetê de ne. Jin di sedsala 21’emîn de sînorên xwe yên hefskirina malê hilweşandin, bi rêxistinbûn, xweparastin, tifaq û sendîkayên xwe û gav bi gav astengî û zehmetiyan ji pêşiya xwe rakirin û radikin. 
 
62 sal berê ala serî rakirinê ya ku ji xwîşkên Mîrabal mîras ma ye û li ser dest û milan tê hilgirtin bûye tirsa dilê dîktatoran û ev têkoşîn îro jî her berbelav bûye. Pêngava "şoreşa jinan" a ku li rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li Îran û cîhanê bilind dibe. Ev dirûşma ku bûye mohra têkoşîna azadî, hêz û bandora tevgera jinên kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê û têkoşîna jinan tîne ziman. 
 
Em bi Rêvebera Komeleya JÎN a Lubnanê û endama Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) Sewsen Mehmûd re li ser têkoşîna jinan a ku di 25’ê Mijdarê de jiyaneke nû ava dike re axivîn.
 
* Siyaseta şer a li cîhanê û Rojhilata Navîn ji ber krîzên aborî û civakî ku afirandiye, di nava kaoseke mezin de ye. Hûn di çarçoveya geşedanan de siyaseta ku pergala mêraniyê dişopîne çawa dinirxînin? 
 
Hewldana herî mezin a pergala kapîtalîst ew e ku ji pirsgirêkên ku diafirîne li gorî berjewendiyên xwe çareseriyan bibîne. Lê êdî bi vî awayî kar nake. Sîstem bi serê xwe ketiye krîzê, ji ber ku nikare çareseriyê çêbike. Berê ji ber van sedeman şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn çêbû. Rewşa ku em îro tê de dijîn bi hêsanî mirov dikare bibêje Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Ji ber ku şer û krîz tenê li 1-2 welatan bi bandor nîne. Li hemû cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê krîz û rewşa şer her ku diçe kûrtir dibe. Li aliyê din pirsên wekî 'çi dikare were afirandin, şert û mercên têkoşîna demokratîk çawa dikare were afirandin', 'têkoşîna gelan û jinan di kîjan qonaxê de ye' radiwestin. Bersiv di şert û mercên têkoşîna demokratîk a li dijî krîza pergala kapîtalîst de ye. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku pergala kapîtalîst rê û rêzên xwe yên nas winda kiriye. Ger sîstemek hafizeya xwe ya bingehîn winda bike, tenê bi siyaseta rojane dikare were meşandin. Siyaseta rojane ya ku stratejiya xwe winda dike, tenê hewldana dirêjkirina jiyana xwe ye. Ev siyaseta rojane felaketan bi xwe re tîne. Dibe ku şerê îro bi vî rengî tê meşandin bibînin. Bi taybetî li Rojhilata Navîn em dikarin bibêjin ku yên ku dibêjin em ê ji bo gelan çareserî bînin, ji çareseriyê zêdetir ji bo dirêjkirina jiyana xwe polîtîkaya talanê dimeşînin. Ji ber vê yekê ne pêkan e ku li van axan pergala ku dixwazin ava bikin. Êdî gel vê yekê qebûl nake.
 
* Jin li dijî krîzên heyî çi dijîn û li dijî vê yekê çi dikin? Rol û bandora wan dijbûnê de çi ye?
 
Em bandorên herî mezin ên krîzên ku pergalan jiyaye li ser jinan dibînin. Talan, koletî û zilm li ser jinan tê meşandin. Lê jin êdî vê rewşê qebûl nakin. Ji ber ku ew ne rastî ye. Hebûna jinan, aqil û ezmûna wan a jiyanê xurtir e. Dema ku derfetên jinan tên astengkirin wê demê bertekên mezin derdikevin holê. Li hemberî vê pergalê jin rewşa heyî qebûl nakin. Jin bi salan têdikoşin, tevgerên jinan ava kirin, serî hildan, bedel dan. Êdî zilma kapîtalîzm û dewletê qebûl nake. Têkoşîna xwe mezin dikin. Niha li hemû cîhanê têkoşîna jinê ya herî bi pêş dikeve. Bi taybetî li Rojhilata Navîn jin pêşengiya gelan dikin. Jin sîstemeke wekhev, dadmend û bê şer dixwazin. 
 
* Dema em li dîroka nêz dinêrin, tê dîtin ku netew-dewletan bi şerê ku li Rojhilata Navîn dane meşandin, her cure wêranî pêk anîne. Lê di nava vê îmhayê de şiyarbûn û berxwedaniya jinê jî heye, bi taybetî bi “Şoreşa Rojava”. Bandora Rojava li ser geşedanên îro yên cîhanê çi ye?
 
Beriya ku li Sûriyeyê şoreşa gel dest pê bike, jinên Rojava bi fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirin. Jinên Rojava ji bo ku di pergala nû ya ku tê avakirin de mehkûmî mêran nebin û hewcehiya xwe bi parastina mêran nebînin, rêxistinbûna xwe di nava şoreşê de hûnandin. Li vir jin di qada xweparastinê de herî jêhatî bûn. Li dijî DAIŞ û pergala heyî di bin banê YPJ’ê de xwe birêxistin kirin û hebûn, gel û têkoşîna xwe parastin. Tevî jinên kurd û ereb, bi sedan ciwanên enternasyonalîst beşdarî vê têkoşînê bûn. Ev ji hemû cîhanê re bû mînakek mezin. Jin ne tenê di qada parastinê de, di rêxistinbûn û gelek qadan de jî bi bandor bû. Rola jinê ya xurt derket holê. Rol û pêşengiya jinê di şoreşê de di vê wateyê de diyar e. Di geşedanên heyî yên li Rojhilata Navîn de bandora têkoşîna jinên Rojava tê dîtin.
 
* Di nava vê sala dawî de li Rojhilata Navîn geşedanên girîng rû didin. Piştî Sûdan û Efxanistanê berxwedana bi pêşengiya jinan li Îranê bandorek mezin li cîhanê dike. Berxwedana jinan di serdema pêş de li Rojhilata Navîn soza çi pêşketinan dide?
 
Sedsala 21’emîn bi pêşengiya jinan li Rojhilata Navîn tê birêxistinkirin. Jin êdî koletiyê, otorîteya dewletê û mêran qebûl nakin. Azadiyê dixwaze û ji bo vê serî hil dide. Ev serhildan wê di dema pêş de hê mezintir bibe. Li welatên Rojhilata Navîn ên weke Efxanistan, Sûdan, Lubnan û Îranê jin li dijî koletiyê serî hil didin. Bi taybet berxwedana Îranê ji hemû cîhanê re bû mînak. Bi qetilkirina Jîna Emînî re hemû gelên Îranê rabûn ser piyan û gotin 'Jin jiyan azadî'. Ev şoreşek e. Ev geşedan dê di salên pêş de li hemû welatan bibe sedema şoreşan. Jin wê êdî weke berê bijîn.
 
* Bandora jinên kurd di van geşedanan de çi ye?
 
Jinên kurd bi salan e li çar parçeyên Kurdistanê û li welatên cuda yên cîhanê xwe bi rêxistin dikin. Îro xwedî îrade, fikir, sîstem û aqilekî ne. Jineolojî yek ji wan e. Di civînên jinên cîhanê de berxwedan û têkoşîna jinên kurd weke mînak tê nîşandan. Li vir em dibînin ku ezmûna têkoşîn û berxwedana jinên kurd bandoreke çawa li tevahiya cîhanê dike. Her tevgereke ku radigihîne, 'Em heyranê helwesta jina kurd in. Bi wêrekî û jîrbûna xwe karibûn di jiyanê de hebûn’. Lê divê ew rêbertiya xwe bêtir xurt bikin. Ne tenê ji bo gelan, ji bo hemû jinên cîhanê divê pêşengtiyeke rast û xurt bike.
 
* Weke ku we jî diyar kir, dirûşma "Jin jiyan azadî" ne tenê li Îranê, bandor li tevahiya cîhanê kiriye. Di eslê xwe de ev dirûşm çi peyamê dide? 
 
Koka peyva jin di kurdî de ji jiyanê tê û jin jiyanê temsîl dike. Ger jin kole be jiyan kêm dimîne. Ji ber vê yekê jî 'Jin jiyan azadî' gelekî felsefî û zanistî ye. Tevgera jinên kurd bi salan e vê sloganê bi kar tîne. Îro piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê, bi vê dirûşmê şoreşek hat destpêkirin. Piştî ku li Îranê belav bû, her kes li ser eslê vê sloganê meraq kir. Bêguman ev slogan encama nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser kesayeta jinê ye. Abdullah Ocalan diruşme kir û dema dest bi tevgera azadiyê kir li ser vê dirûşmê jin analîz kir. ‘Pêwîste jin ji koletî û zilmê rizgar bibin. Jinên kurd bi salan bi vê dirûşmê têdikoşin û bi sedan rêxistinên jinan ava kirin. Dikare bê gotin ku ev dirûşm, dirûşmek jîndar, felsefî û zanistî ye û îro ji bo jinên cîhanê bûye mînak. Di rojên dawî de me dît ku ev slogan li hemû welatên Ewropa, Tirkiye û Ereban bilind dibe.
 
* Di vê qonaxê de em dikarin bibêjin ku paradîgmaya jinê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îlham daye jinên cîhanê? Nêrîna jinên Rojhilata Navîn û cîhanê li hemberî vê paradîgmayê û Ocalan çawa ye?
 
Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku parêznameyên Abdullah Ocalan îro di nava jinên cîhanê de belav bûye. Yên van parêznameyan dixwînin, di bin bandora paradîgmaya Abdullah Ocalan de ne. Bi taybetî jî analîzên li ser pergala hevserokatiyê, kotaya jinê û jiyana wekhev bandorek girîng kirine. Di paradîgmaya Abdullah Ocalan de bersiva pirsên 'Em çawa dikarin ji koletiyê xilas bibin', 'Em ê çawa vîna xwe temsîl bikin û çawa di nava siyasetê de cih bigirin' dibînin. Ew mînakan digirin ku çawa dikarin wan li welatê xwe zindî bihêlin. Gelek jinên ku em pê re di têkiliyê de ne, dibêjin ku li Ewropayê jî hîna nikarin derbasî pergala hevserokatiyê û serlêdana kotayan bibin. Di vî warî de paradîgmaya Abdullah Ocalan pir rast û bi hêz dibînin. 
 
* Dema ku ev geşedan diqewimin, jinên pêşeng û rêxistinkirî jî dibin hedef û qetilkirin. Hûn dixwazin li ser vê yekê çi bibêjin?
 
Belê, rast e. Pergal ji jinên rêxistinbûyî, zana, paradîgmatîk ditirse. Ew jinên ku ew dikare bandor bike qebûl dike. Lê li hemberî vê yekê jin bi gotina 'Êdî bes e' têkoşînê mezin dikin. Jin çiqasî îsyan bikin, ew qas bêserûber dibin. Bi sedan jinên weke Nagîhan Akarsel hatin qetilkirin. Jinên weke Nagihan ji bo avakirina sîstemeke demokratîk dixebitin. Ji ber vê jî dibe hedef û tê qetilkirin. Lê ev yek jinan natirsîne. Berovajî vê yekê zêdetir wan xurt dike û dibe sedem ku bi hev re bimeşin. Jin hatiye qonaxeke wisa ku bi aqilane xwedî li têkoşîna xwe derdikeve û tu zextan qebûl nake. Ji ber vê yekê ev komkujî wê encam nedin.
 
* Têkildarî geşedanên girîng, Koordînasyona Jinan a Herêmî ya Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) ku di 8'ê Adara sala borî de damezrandina xwe ragihandibû, di warê têkoşîna jinan de qonaxeke nû derxist holê. NADA'yê di nava salekê de çi cure xebat kiriye, bandoreke çawa kiriye, niha xebatek ku daniye pêşiya xwe heye?
 
NADA bi kombûna gelek rêxistinên jinan ên nêzî 20 welatan hat avakirin. Em bi şîara ‘Yekitiya jinê wê şoreşa jinê biafirîne’ li hev civiyan. Armanca me, xeyalên me pir mezin in. Yekem; Em dixwazin hemû rêxistinên jinan di bin vê koalîsyonê de bibin yek. Li hemû cîhanê pêwîste li dijî zilmê têkoşîn bê kirin. Ji bo vê jî weke NADA di gelek mijaran de me daxuyaniyên tund dan. Me li gelek welatan semîner, panel, civîn û konferansên jinan li dar xistin. Nîqaşên li ser çawaniya berfirehkirina têkoşîna jinê dewam dikin. Beriya her tiştî jinan bi van hevdîtinan hev nas kirin û tecrubeyên xwe yên li welatên xwe parve kirin. Me gelek mijarên wekî 'Jin wê di siyasetê de rola çawa bilîze' tespît kirin û em ê nîqaş bikin. Armanca me ew e ku li gelek welatên cîhanê komîteyên ku me li 20 welatan ava kirine ava bikin. Armanca me ew e ku em vê torê berfireh bikin da ku hemû welat bi heman dengî li dijî tiştên li jinan tên kirin bertek nîşan bidin. Gelek rêxistinên ku dixwazin di nava koalîsyonê de cih bigirin hene. Ez dikarim bibêjim ku bandora wê roj bi roj zêde dibe. Baweriya me ew e ku êdî qonaxa avakirin, xwenasîn û danasînê derbasî qonaxa rêxistinî û gihandina welatên zêdetir bibe. Ji bo vê jî pêwîste zêdetir xwe bigihînin rêxistin û siyasetmedarên jinan û berfireh bibin. 
 
* 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê nêzîk dibe. Têkildarî vê yekê peyamek we heye? 
 
Niha divê em ji zext û zordariya li ser jinan li hemû cîhanê re bêjin 'na'. Divê hemû tundî bi dawî bibe. Divê em ji bo jiyana hevpar têbikoşin. Banga min ji gelan û jinan re ye; Ji bo ku em şîdetê ji holê rakin li dijî şîdetê derkevin. Em di sedsala nû de bi rengê jin, jiyan û xwezayê bijîn. 
 
 
MA / Semra Turan - Zemo Aggoz