ŞIRNEX - Guherîna ku di dawetên Cizîrê de pêk tê balê dikişîne; di dawetên ku ji kolanan derbasî hêwanan bûne de li şûna def û zirneyê de enstrumanên cuda cîh digirin. Di dawiya hin dawetan de lîstina stranên wek "Erîk Dali" û "Huriyem" hema hema dibe mîna pêwîstiyek.
Govend û dawet parçeyekî girîng ê çanda Kurdî ne. Nexasim di dawetên ku li bajarên ser xeta sînor de têne kirin de dîtina gelek taybetmendiyên vê çandê pêkan e. Dawetên li Şirnex, Mêrdîn û Colemêrgê di vê wateyê de girîng in; gelek hêmanên govend û muzîka Kurdî di xwe de dihewînin.
Lêbelê di salên dawî de di dawetan de guherînek çêdibe. Edet û kevneşopiyên kevin yek bi yek diguherin. Dawetên ku di serdemên borî de bi rojan dewam dikirin, di salên dawî de di nav demekê kurt de têne sînordarkirin. Herwiha, cih diguhere û ya herî girîng jî li şûna stranên Kurdî de stranên bi zimanên cuda cîh digirin.
Yek ji van navendên ku ev guherîn tê de çêdibe navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye. Cizîr yek ji wan cihan e ku dawet di her çar werzan de jî berdewam dike. Nexasim di meha havînê de li her tax û kolanan dengê muzîka govendê ya cuda bilind dibe, gelek caran deng tevlihev dibin.
DÎROKA 2015-2016'AN Û QEDEXEYÊN DAWETAN
Guherîna di dawetên Cizîrê de ya serdemeke nêzîk e. Bi taybetî piştî qedexeyên derketina derve yên ku di navbera salên 2015-2016'an de hatin ragihandin, çavdêrîkirina vê guherînê pêkan e. Cizîrî ji ber mirinên ku di serdema qedexeyan de pêk hatin nêzî 3 salan şîn girt. An tu dawet nekirin, yan jî dawetên xwe bê ensturman û muzîk kirin.
Dawetên ku piştre dest pê kirin jî bi "destûrên" emniyetê pêk hatin. Malbatên ku dixwestin dawetên bi ensturman bikin, neçar man ku demekê dirêj serî li emniyetê bidin. Emniyetê bi şertê "di dawetan de nehejandina xêlî û destmalên kes, sor û zer ji serê govendê û konvoyên wesayîtan ve" destûr da dawetan. Rakirina tiliyên nîşana serkeftinê, fîşekên hewayî û strîna "stranên rêxistinî" hatin qedexekirin.
Emniyet bi vê yekê jî sînordar nema, ji bo bizanibe ku ev hişyarî hatine cîhanîn an na, gelek caran bi wesayîtên zirxî li ber deriyê dawetan rawestiya.
Bi xwedîderketina gel a li kevneşopiyên dawetan re, qedexe yek bi yek bi awayekî fiîlî hatin rakirin. Lêbelê hin guherîn jî çêbûn.
DAWET JI KOLANAN VEGUHEZÎN HÊWANAN
Dawetên li derve û kolanan, êdî li hêwnên dawetan an jî baxçeyên dawetan ên luks tên kirin. Di cihê def û zirneyê de enstrumanên cuda tê bikaranîn.
'ERÎK DALI' LI CIZÎRÊ YE!
Lê guherîna herî balkêş di ziman û govendê de çêbû. Di salên dawî de di hin dawetan de ber bi dawiyê ve stranên mîna "Erîk Dali", "Olem Ben" û "Huriyem" zede di rewacê de ne. Dema stran guherî, govend jî guherî, li şuna govendê êdî çîftetellî tê lîstin.
Li gorî hin welatiyên li bajêr, sedemên sereke yên vê guherînê serdem, teknolojiya ku li ciwanan bandorê dike û guherîna cih e. Lêbelê gelek kesên ku vê rewşê wekî "asimîlasyona çandî" dinirxînin, destnîşan dikin ku sedema bingehîn politîkayeke bizanebûn e.
STRANBÊJ OGUZ: MIN Û DAWETA MIN TEMSÎL NAKE
Yusuf Oguz yek ji wan kesên ku li Cizîrê di dawetan de distrê, û di berê di xebatên çandî de cîh girtibû, ev 3 sal in di dawetan de distrê.
Oguz anî ziman ku ew ji vê guherîna ku çêbûye nerazî ye û got ku ew car caran neçar dimîne ku van stranên navborî bistrê. Oguz got ku di salên dawî de di dawetan de hem erênî hem jî neyênî hin guherîn çêbûne û wiha pê de çû: "Berê, dengbêj evqas nedihatin guhdarîkirin, lêbelê zarok êdî li dengbêjan guhdarî dikin. Ji bo muzîka rojavayî jî meylek heye. Ev jî dûrketina ji çanda xwe ye. Ji ber ku min û daweta min temsîl nake."
Oguz bi bîr xist ku dawet di demên berê de fena festîvalan bûn û di derbarê guherîna salên dawî de ev tişt got: "Di salên dawî de bi rojekê an jî bi şevekê hat sînordarkirin. Berê def û zirne hebû. Saz hebû. Niha piraniya wan kêm bûn. Sedema kêmbûna vê yekê jî dûrketina ji çandê ye. Dûrketina ji kokên muzîka Kurdî ye."
REXNE LI HUNERMENDAN
Oguz diyar kir ku di mijara guherîna çandî de ji gel bêtir divê hunermend bêne rexnekirin û got: "Ji ber ku stranbêj ew in ku dawetê bi rêve dibin. Ji ber vê yekê divê em pêşî stranbêjan rexne bikin. Ger ez berhemeke xweş dernexînim holê, mirov jî dê berê xwe didin cihên din. Divê ez berhemeke baş çêbikim ku berê mirovan li min be. Ji ber ku em li gorî dilê mirovan hilberînê nakin, mirovan berê xwe didin cihên din."
HIŞYARÎ: GER EM JI BÎR BIKIN EM Ê WINDA BIKIN
Li gorî Oguz guherîna zimanê stranan di dawetan de xetereyek mezin e. Oguz têkildarî vê xetereyê jî ev tişt anî ziman: "Ji bo gelek mirovan dibe ku wek xeterey piçûk bê dîtin lê xetereyek mezin heye. Ji bîrkirin di heman demê de windakirin e. Ger em tiştekî ji bîr bikin, em ê wî winda bikin. Ez naxwazim def û zirne winda bibe. Lê ger em li derveyî çanda xwe tevbigerin jibîrkirin dest pê dike. Jibîrkirin jî mirin e. Gelek govend û stranên me yên veşartî hene. 20 cûreyên govendê hene. Lewre hatine jibîrkirin. Ger nehatibûna jibîrkirin dê niha winda nebûna. Ger îro em çandeke din bînin bixin nav çanda xwe, em ê çanda xwe ji bîr bikin û winda bikin."
Oguz destnîşan kir ku ew ji stranên bi zimanên cuda aciz nîne û got: "Ne ji ber ku em ji Tirkî aciz in; Tirkî jî çandek e. Lêbelê beriya her tiştî divê em helwesta xwe diyar bikin. "Ji ber ku mirov dixwazin em jî carna 5-10 deqîqe distrên. Lêbelê ev 5-10 deqîqe dê sibê bibe nîv saet, roja din 1 saet, roja din 2 saet. Vê carê em ê bibêjin 'Xelefî li ku ye?'. Serdemekê Xelefî hebû, serdemekê Şamîran hebû, Demalî hebû... Dê bêne jibîrkirin. Ji bo ku neyên jibîrkirin divê ev xetere bê dîtin. Divê mirov xwedî derkeve. "
OGLAGI: EV NE ÇANDA KURDÎ YE
Cengîz Oglagi ku bi salan e bi kişandina wêneyên dawetan re eleqedar dibe. Oglagi stranên ji bilî Kurdî yên ku di dawiya dawetan de têne strîn, heya ku mecbûr nemîne di montaja kişandinan de bi kar nayine.
Li gorî Oglagi jî guherînên serdemî û teknolojîk bandorê li dawetên Cizîrê dikin. Oglagi li ser vê guherînê wiha axivî: "Hin tişt hene di destê mirovan de nînin. Guherîn û xetereya herî zêde ku balê dikişîne stranên Tirkî ne. Di dawetên Cizîrê de bi stranên ku ne Kurdî ne û çanda Kurdî nîşan nadin govend tê gerandin. Ev ne çanda Kurdî ye."
Oglagi anî ziman ku di çarçoveya tercîha bizanebûn a hin aliyan de stranên ku ne yên Herêma Botanê ne di dawetan de têne strîn û wiha got: "Guherînên din jî hene. Heta berî demekê dawet hemû li kolanan dihatin kirin. Ev coş bi hemû cîran û derdorê re dihat parvekirin. Yek ji guherîna herî mezin jî ew e ku dawet êdî derbasî hêwnan bûne. Hêwan hin nirxên çandî dikujin. Berê dawet 2-3 rojan dihatin kirin, niha daxistine heya 2 saetan. Mîna bernameyeke otomatîk; dest pê kir û qediya. Mêvan jî dibêjin 'min xwe nîşan da, ez diçim'."
'HIN TIŞT XETA ME YA SOR IN'
Oglagi hişyarî da ku guherîna pêk hatî hin xetereyan vedihewîne û wiha pê de çû: "Tişta ku ez herî zêde jê ditirsim cil û bergên Kurdî ne, ger ev jî ji holê rabe tiştek namîne. Yek ji taybetmendiya herî girîng a dawetên me cil û berg in. Hîn jî ji sedî 99 cil û bergên neteweyî têne bi karanîn. Ev çand hîn zindî ye. Lêbelê rîsk heye. Çawa ku zimanê Kurdî di bin xetereyê de ye, çawa ku stranên Tirkî dixin nav çanda me, ji bo wê jî xetere heye."
Oglagi anî ziman ku dema stranên Tirkî di dawetan de her sal zêdetir dibe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Heta berî 10 salan qet tune bû. Heta berî 9 salan tenê bi 1 deqîqeyê sînorkirî bû. Berî 8 salan bû 2 deqîqe. Piştre hêdî hêdî hîn zêdetir bû. Piştî 10 salan dê çawa bibe? Xetere heye. Dê çanda Kurdî çi bibe? Dê cil û bergên herêmî çi bibin? Hin tişt xeta me ya sor in, çanda me ne, hebûna me ne. Stranên her herêmê li gorî xwe gelek in. Hemû meqamên ku di Tirkî an jî Erebî de hene, di Kurdî de jî hene."
MA / Azad Altay - Bêrîvan Altan