Baroya Şirnexê dest bi perwerdehiya kurdî kir 2021-10-15 09:04:15 ŞIRNEX - Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Baroya Şirnexê bi xebateke hevpar ji bo parêzeran dest bi perwerdehiya kurdî kirin.  Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Baroya Şirnexê, bi xebateke hevpar ji bo parêzeran dest bi perwerdehiya kurdî kirin. Ders bi daxwaza parêzerên endamê baroyê li Hêwana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Şirnexê dest pê kirin.    Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsîz, anî ziman ku gava ewilî dest bi kar kirine, pêşî pêdiviyên hevpîşeyên xwe tespît kirine. Dîlsîz, diyar kir ku di vê çarçoveyê de ewilî dest bi perwerdehiyên pîşeyî kirine û paşê li gor daxwaza parêzeran ji bo perwerdehiya kurdî doza perwerdekaran li Birca Belek kirine.    GIRÎNGIYA ZIMAN DI PARASTINÊ DE   Dîlsîz, destnîşan kir ku li seranserê Tirkiyeyê 20-25 milyon kurd hene, lê hê jî kurdî wekî "zimanekî nenas" tê tomarkirin. Dîlsîz, bilêv kir ku piştî têkoşîneke dûr û dirêj niha li edlîiyeya kurdî tê bikaranîn û li herêmê parêzer hemû bi kurdî pêwendiyê bi muwekîlên xwe re datînin. Dîlsîz got: "Ji bo paêzerek muwekîlê xw ebaş nas bike, divê pêwendiya bi zimanî xurt be. Em kesên ku li vê axê dijîn, divê baş bi zimanê xwe zanibin. Parêzerên hînî kurdî bibin, dê li dadgehan karibin mudaxileyî şaşiyên wergêr bikin."    Dîlsîz, bal kişand ser girîngiya parastinên ku li dadgehan tên kirin û got: "Gava li dadgehê tiştek şaş bê gotin, berpirsiyariyek wê tiştê heye. Lewma bilêvkirineke rast divê. Mirov ji ber bi tirkî nizanin, bê sûc bin, jî ji ber vê dibin sûcdar e. Dê parêzerên ku bi kurdî zanibin pêşî li ber vê bigirin."   Dîlsîz, da zanîn ku Baroya Şirnexê hesabên xwe yên medyaya sanal bi kurdî û tirkî bi kar tîne û divê baroyên din jî wiha bikin.    Ji mamosteyên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Bahattîn Robar jî, anî ziman ku perwerdehiya wan a kurdî bi beşdarbûna 24 parêzeran meheke didome. Robar, da zanîn ku ji asta yekê dest bi perwerdehiyê kirine û ewilî xwendin û nivîsandina bi kurdî fêr dikin. Robar got: "Daxwazeke bi vî rengî pir baş e. Heger parêzer, mamoste û tenduristkar û peywirdarên pîşeyên din karên xwe bi zimanê xwe bikin, dê karê xwe baştir bikin. Dê ev yek li xweşa civakê jî biçe. Em li bendê ne li herêmên din jî odeyên pîşeyî dest bi tiştekî wiha bikin."    Robar, destnîşan kir ku divê her gel bi zimanê xwe biaxive û got: "Di serî de astengiyên li ber kurdî û bi giştî yên li ber hemû dizamên din divê bên rakirin. Heger desthilat astengiyan ranekin jî, divê em bi xwe rakin. Rêya vê jî hînbûn û hînkirin e. Ji bo mirov baş bi daxwaz û pêdiviyên civakê zanibe, divê meriv bi zimanê wê civakê jî zanibe. Lewma divê siyasetmedar û komên pîşeyî baş bi kurdî zanibin."