Peykertiraş Saffan: Bila êdî mirov bes bikin qîrîn û hawar 2021-10-16 09:10:57 RIHA - Peykertiraş Akram Saffan ku ji ber şerê li Sûriyeyê ji bêgavî ji Dêra Zorê koçî Rihayê kiriye, got: "Ev şerê bêfêde, jiyan li xizan, zarok û jinan herimand. Dixwazim êdî hew mirov bikin qîrîn û hawar."  Kesên ji ber şerê li Sûriyeyê ji bêgavî koçî welatine din kirine, hewl didin xwe bixwe birînên xwe bicebirînin. Ji milyonan sûriyeyên ji bêgavî terka welatên xwe kirin, yek jê jî peykertiraş Akram Saffan e. Saffan, di sala 2015'an de zêdetirî 200 berhemên xwe li Dêra Zorê binax kirin û ji bêgavî terka warê xwe. Saffan, bi nigê xwas sînor derbas kiriye û hatiye Rihayê. Li Rihayê ji bo debara xwe bike ewilî di înşeatan de xebitiye û paşê gelek karên din kiriye û herî dawî jî mala xwe ji xwe re kiriye atolye û dest bi çêkirin peykean kiriye. Saffan heya niha li gelek bajarên Tirkiyeyê pêşangehine cuda vekirine. Bi atolyeya xwe ya li Kuçeya Yaşamê ya Karakopruyê peykertiraşiya xwe didomîne.    Li atolyeya wî ya nû têkildarî jiyana wî û xebatên wî de em pê re axivîn. Saffan ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê xebateke mermerî çêdike, bibîr xist ku li Sûriyeyê beriya şer jiyaneke wî ya xweş hebûye û niha peykertiraşiya xwe ya 40 salan didomîne. Saffan, bilêv kir ku berî ku bê Rihayê DAIŞ'ê ew dîl girtiye, tahde lê kiriye û piştî girtîgeha tê de di bombebaranekê de rûxiyaye, ew jî reviyaye û bi vî awayî bi xelasê ketiye. Saffan, destnîşan kir ku piştî meşeke dûr û dirêj gihaye Rihayê û wiha domand: "Helbet gava hatim kesekî min tune bû. Min nizanibû ez ê çi bikim. Pir dirêj dewam kir, ez rabim dest pê bikim dê di pirtûkan de jî hilneyê. Bi heqdesteke 100 TL'yî di înşeatan de xebitîm. Lê dîsa jî min dev ji hunera xwe berneda. Min dêya xwe ya di şer de jiyana xwe ji dest da, êş û azarên ku gelê Sûriyeyê kişandin, di peykerên xwe de dan der."    Saffan, berhemên xwe yên piştî şer çêkirin di sala 2018'an de li Mêrdînê bi navê "Metaforên Mûcê" li Mûzeya Mêrdînê pêşandin.    RÛYÊ MIROVAHIYÊ   Saffan, anî ziman ku piştî pêşangeha xwe ya ewil a li Mêrdînê, li gelek bajarên din jî pêşangeh çêkirine û tekane xeyala wî li vira ji xwe re atolyeyê veke û niha ji ber ku atolyeya wî heye, pir kêfxweş e.    Saffan, têkildarî berhemên xwe de ev tşt gotin: "Berhemên min, rûyê mirovahiyê yê niha didin der. Ev şerê bêfêde, jiyan li xizan, zarok û jinan herimand. Dixwazim êdî hew mirov bikin qîrîn û hawar. Min jî xwest hunera xwe di vî warî de çêbikim, dixwazim êdî mirov nekin qîrîn û hawar."   MA / Emrûllah Acar