Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin 2022-01-13 21:20:33   MÊRSÎN / ENQERE – Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê "Serê Salê" hat pîrozkirin. Li Enqereyê jî Înîsyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê di şahiya Serê Salê de got: "Li dijî polîtîkayan bişavtinê em çanda xwe diparêzin û dijîn."   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Ciwanan a HDP'a Mêrsînê, li navçeya Akdenîz a Mêrsînê ji bo Serê Salê çalkiyek li dar xistin. Endamên TJA û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di şahiya Sersalê de kincên xwecihî li xwe kirin û li taxê mal bi mal geriyan. Ciwanên HDP'î û jinên TJA'yî bi erbaneyê geriyan û sersala malbatên ku ew pêşwazî kirin pîroz kirin.    Malbatan jî kesên sersala wan pîroz kirin bi tilîliyan pêşwazî kirin û diyarî dan wan.    LI ENQEREYÊ SERÊ SALÊ   Li Enqereyê jî Înîsyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê ji bo Sersalê çalakiyek li dar xist. Li hêwana ku çalakî lê hat lidarxistin pankartên li ser “Li dijî polîtîkayan bişavtinê em çanda xwe diparêzin û dijîn” û "Serê salê pîroz be" nivîsandî daliqandin. Ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî şahiya serê salê da.    Di şahiyê de govend hat gerandin û lîstika Kal û Pîrê hat lîstin.    Şahî bi stranan bi dawî bû.