Li Bajarê Antîk ê Darayê hilweşîneke dîrokî 2023-03-31 11:43:43 MÊRDÎN - Bi pejirandina Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê li Bajarê Antîk ê Darayê, di bin navê “Navenda Pêşwazîkirinê” avahiyeke beton hate avakirin.    Li Bajarê Antîk ê Darayê yê dîrokî ku di salên 500’an ên Beriya Zayînê (B.Z.) hatiye avakirin û li gundê Dara yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê ye, avahiyeke beton hate avakirin. Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Avhewayê ji bo avahiya navborî di bin navê “Navenda Pêşwazîkirinê ya Ziyaretvanan a Orenyerî ya Dara ya Mêrdînê û Karê sererastkirina hawirdorê” de îhale pêk anî. Îhale bi 5 milyon û 910 hezar lîreyan dan fîrmaya bi navê Înşaeta DE-HAY’ê. Piştî îhaleyê înşaeta avahiyê hate temamkirin. Avahiya beton a di bin navê “Navenda Pêşwazîkirinê” de li herêma dîrokî ku qada SÎT’ê ye hatiye avakirin, rastî berteka zîyaretvanan tê.    KEVIRÊN PARKE TÊN DANÎN   Ji bilî avahiya beton li cihê ku gorên ji keviran ên dîrokî lê heye, sererastkirina dîrokî tê kirin. Li vir jî kevirên parke tên danîn.    Erdên li derdora Bajarê Antîk ê Darayê ne jî beriya niha dihat xwestin ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûm de ye ve ji îmare re bê vekirin. Lê li ser îtîrazan plankirina îmarê bi awayekî demkî hatibû sekinandin.    ODEYA AVAHÎSAZAN DAXUYANÎ DA   Şaxa Odeya Avahîsazan a Mêrdînê ya girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ku bertek nîşanî pêkanînên li cihê dîrokî dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo aşkerakirina qadên nû yên li Bajarê Antîk ê Darayê xebatek nehatiye kirin û hat gotin, “Bajarê dîrokî terkî qedera xwe hatiye kirin.”   Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Avahiya ku di bin navê Navenda Pêşwazîkirinê de hatiye avakirin, di dilê vê têkoşîna hebûnê de birînên kûr vedike. Li bajarê ku Qada Sît a Arkeolojîk a Asta Yekemîn e avahiya ku rêgezên çand û fenê serûbin dike bajarê me temsîl dike. Ji vê rewşê, niştecihên gund û mêvanên tên bajarê antîk jî bi awayekî cidî aciz in.”   Odeya Avahîsazan li dijî biryara Midûriyeta Bajêr a Çand û Tûrîzmê û Desteya Parastina Mîrateya Çandî ya Herêmê ku destûrê dide avahiyek bi vî rengî ya li bajarê qedîm bê avakirin nerazîbûn nîşan da û wiha dewam kir: “Li Qada Sît a Arkeolojîk a Asta Yekemîn e, ne pêkan e ku li bajarê mezin ê antîk projeyeke bi vî rengî were erêkirin.”   Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Ji bo sererastkirina vê rewşê divê demildest gavên pêwîst bên avêtin.”   MA / Ahmet Kanbal