Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike 2023-06-08 10:26:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Hunergeha Welat vê carê jî klîba “Li Qamişlo Li Ber Derî” bi temaşevan û guhdarên xwe re parve kir. Klîbek xweşik û balkêş e. Îbrahîm Feqe got ku ev stran û klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike, behsa pêkhateyên li Qamişlo dike.  Hunergeha Welat bi klîbek nû li pêşberî temaşevan û guhdarên xwe ye. Hunergeha Welat vê carê strana “Li Qamişlo Li Ber Derî” û bi dîmenên xweşik klîbek amade kir û li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal belav kir. Şêro Hindê derhêneriya klîbê kiriye û hosteyê muzîkê Mehmûd Berazî jî melodî ango muzîka stran-klîbê amade kiriye.    Wek klîbên din ên Hunergeha Welat dîsa komek lîstikvan û kesên ked dane klîbê cih digirin. Klîb di 7’ê hezîrînê de li ser tevna civakî hat belavkirin û gelek kes jî li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal parve dikin.    STRAN-KLÎB BEHSA CIVAKÎBÛNA QAMIŞLO DIKE    Amadekarê klîbê Îbrahîm Feqe ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ev stran û klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike, behsa pêkhateyên li Qamişlo dike û hinek bîranînên taybet ku li taxên Qamişlo qewimîne raxistine ber çavan. Feqe da zanîn ku stran bi şêwazek pêkenî, qerf û kêfxweşî hat çêkirin. Feqe anî ziman ku di stranê de behsa Amerîka, Moskova, Parîs û Romayê tê kirin û ew wan welat û bajaran didin ber bajarên kevnare yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ku bi hemû pêkhateyên xwe dîrokî û kevnar in û bal dikişîne ser ferqa civakîbûna li ber mal û hewşên kurdan û welatên din. Feqe destnîşan kir ku ew bi klîbê-stranê dixwazin behsa ruhê jiyana li bajarê Qamişlo û hemû bajarên din bikin. Feqe anî ziman ku wan di klîbê de hest û têkiliyên paqij ên xelkê bajêr derxin pêş.    Gotinên stranê wiha ne:   “Wey bihûrî bihûrî bihûrî Porê wan qîza sorî Xecê ya herî jorî  ew ji taxa xanîka oy oy oy oy Taxê nadi bi emrîka  Emrîka zipî zuwa  kes rûnanê li ber derî oy oy oy oy Ken û eşq bi hêdîka oy oy oy oy   Wey buhûrî bihûrî bihûrî Qamqutê li min kir zorî Li ba dikir gulya morî Kinê ji dor aşê bûzê oy oy o oy oy Malê nade bi parîsê  Parîsa vikî vala  Kes rê nade hevala oy oy oy oy oy Mala kinê wek lîsê oy oy oy oy oy   Wey bihûrî bihûrî bihûrî Di kar û sê hevorî  Şivana wan pir nazî  Nazliyê ji mêrga hilko oy oy oy oy Ew hilko nade bi mosko Moskoya şilfî tazî  Kes tuneye li sûka oy oy oy oy oy Qir û cirra van bûka oy oy oy oy   Wey hûrî bihûrî bihûrî Xaçê gerdenê bimorî Marî keçka aşûrî Ew kulîlka bişêriyê oy oy oy oy oy Bişêriyê nade bi roma  Romaya polî poşman  Lê tune malek kildan oy oy oy oy Ne jî cîranek suriyan oy oy oy oy oy”    Lînka klîbê wiha ye: https://www.youtube.com/watch?v=06LlkqoABp8