Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî 2024-02-18 13:36:31   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê strana xwe ya nû ya ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya  da nasandin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di bernameya têkildarî danezana hilbijartinê ya li Enqereyê de straneke nû ya hilbijartinê da nasandin. Gotinên strana “Serfiraz bo DEM Partî” ku bi zaraveyên kurdî yên kurmancî û kirmanckî hatiye amadekirin ji Omer Barasi û Erol Şaybak ve hatiye nivîsandin. Muzîk û aranjeya stranê Deng û Beng Studioyê kiriye û Hozan Comerd distrê. Gotinên stranê wiha ne:    Kurmancî   Rizgariya bajaran e Va em hatin DEM bihar e Mohra jin û ciwanan e Pêkanîna xeyalan e   DEM hilat û hat meydanê Geş kir agirê berxwedanê Bi deng û rengê xwezayê Xweş kir govenda jiyanê   Kirmanckî   Vila binê horîsan o Kila çimê xezalan o Hêvîya deşt û koyan o Wurzê xo ser Dem wisar o   Cinî, camêrd û xortî Zerrî polad û pêtî Şarî benî serdestî Serfiraz bo DEM Partî