Mijara vê hefteyê ya Kovara Jînê nûnertiya wekhev û hevserokatî ye 2024-02-25 10:52:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jînê di hefteya 52’yan de bi manşeta “Ji nûnertiya wekhev û hevserokatiyê tawîz tune ye!” derket.  Kovara Jînê hejmara xwe ya hefteya 52’yan de bal kişand ser rêveberiyên herêmî, nûnertiya wekhev û hevserokatiyê. Têkildarî mijarê gelek nivîs di vê hejmarê de cih girtin.    Nivîsên di hejmara nû de wiha ne:    * Heke dinya hildiweşe jî bila hilweşe lê dê bi pergala hevserokatiyê dîsa bê avakirin / Rûşen Seydaoglû   * Di rêveberiyên herêmî de nûnertiya jinan / Mukaddes Alataş   * Ji akademiyan ber bi demokrasiya herêmî ve / Denîz Hêvî   * Kurdistan mêtingeh e! / Kesîre Demîr   * Nasnameyên me / Yuksel Mutlu