Qeyûm ji bo TUGVA û saziyên fermî 2 milyar û 205 milyon pere xerc kiriye 2024-05-28 09:18:47 WAN - Hat diyarkirin ku qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di 3 salên dawî de ji bo saziyên fermî, komele, weqf û cemaetan 2 milyar û 205 milyon û 226 hezar TL xerc kirine. Hat diyarkirin ku budçeya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dest xist, di serdema qeyûm de radestî weqf, komele û rêveberiyên cuda hatiye kirin. Rêveberiya DEM Partiyê ragihand ku wan piştî dest bi wezîfeyê kiriye 8,5 milyar TL deynê şaredariyê hebûye. Lê belê ev deyn tevî faîzê 9 milyar TL ye.    Hat hînkirin ku qeyûm ji bo weqf, komele û midûriyetên fermî ku Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUHVA) ku ya kurê Serokkomarê AKP'î Erdogan e, 2 milyar û 205 milyon û 226 hezar û 459 TL û 51 quriş pere hatiye xerckirin.    Qeyûm ji bo van weqf, komele û midûriyetên fermî ev qas pere xerc kiriye:    * Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî: 623.985.257,18 * Navenda Şopandin û Koordînasyonê ya Veberhênanê ya Wanê: 531.500.000,00 * Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Wanê: 170.055.862,57 * Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Wanê: 110.864.973,89 * Miftîtiya Bajêr a Wanê: 99.811.162,17 * Zanîngeha Wanê: 53.410.678,85 * Ajansa Pêşvebirinê ya Anadolûyê ya Rojhilatê: 214.170,00 * Qeymeqamtiya Serayê: 3.918.004,36 * Piştgiriya Muteşebîsên Jin: 3.082.256,28 * Serokatiya Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Wanê: 22.313.394,00 * Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Wanê: 349.112.724,78 * Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr a Wanê: 125.096.553,15 * Federasyona Cerdevan, Gazî û Malbatên Şehîdan a Wanê: 483.395,00 * Midûriyeta Xizmeta Malbatê û Civakê ya Wanê: 101.858.737,98 * Lojmanên Polîsan ên Li Xaçerêya Balafirgehê: 4.235.589,50 * Walîtiya Wanê: 449.999,80 * Qeymeqamtiya Miksê: 920.400,00 * Qeymeqamtiya Westanê: 395.311,00 * TUGVA: 380.000,00 * Weqfa Alîkariya Mirovî ya Hayratê: 690.000,00 * Komeleya Lêkolînên Zanist û Hîkmetê: 79.850,00 * Midûriyeta PTT'ê ya Wanê: 1.988.139,00 * Komeleya Destkariyên Kevneşopî ya Qedîm a Wanê: 380.000,00   MA / Adnan Bîlen