Bernameya 22'yemîn Festîvala Mûnzûrê diyar bû 2024-07-18 17:35:29 DÊRSIM - Bernameya 22’yemîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê hat eşkerkirin. Festîval wê bi dirûşma “Em ê destûr nedin desteserkirina xweza û îradeya me” di navbera 25-26-27-28’ê tîrmehê de bê lidarxistin.  Li Dêrsimê îsal jî wê 22’yemîn Festîfala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bê lidarxistin. Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF), Şaredariya Dêrsimê û partiyên siyasî têkildarî bernameya festîvalê li şaredariyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê festîvala îsal bi dirûşma “Em ê destûr nedin desteserkirina xweza û îradeya me” di navbera 25-26-27-28’ê tîrmehê de bê lidarxistin.    Beriya eşkerekirina bernameyê Serokê Giştî yê DEDEF’ê Alî Riza Bîlîr axivî û spasiya kesên ku ked dane amadekariya festîvalê kir. Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bernameya navenda Dêrsimê, Serokê Şaredariya Pulurê Mustafa Sarigul û Serokê Şaredariya Xozatê Aydin Kaya jî bernameyên li navçeyên xwe eşkere kirin.    Di navbera rojên 25-26-27-28’ê tîrmehê de wê gelek barnameyên panel û bernameyên çand û hunerî bên lidarxistin. Her wiha wê dê di roja ewil a festîvalê de meşa “Dest nede îradeya min” bê lidarxistin.     Wê roja ewil a festîvalê bi axaftinan dest pê bike û paşê jî wê hunermend Pinar Aydinlar, JinMa, Kadîr Çat, Yeşîm Besler, Işik Berfîn, Baran Saltik, Mîkaîl Aslan derkevin ser dike û konser li dar bixin.    Roja duyemîn a festîvalê li Kuçeya Hunerê panela “Baweriya Elewî û Pirsgirêkên Heyî” û panela “Zimanê me, asîmîlasyon û em” bên lidarxistin.    Her wiha dê rojên din jî di çarçoveya bernameya festîvalê de panel, nîşandana belgefîlman û konser bên lidarxistin.